Silêman Oso: Yekrêziya Kurd a demokrat dikare zemîna baweriyê bide cîhanê

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanê – Sûriyê Silêman Oso û Pisporê Rojhilata Navîn Newzad Bingol girêdayî biryara Serokê Amerikayê ya alîkariya Kurdan û kargeriyên wê bîrûrayên xwe bi Kurdistan24 re parve kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanê – Sûriyê Silêman Oso û Pisporê Rojhilata Navîn Newzad Bingol girêdayî biryara Serokê Amerikayê ya alîkariya Kurdan û kargeriyên wê bîrûrayên xwe bi Kurdistan24 re parve kirin.

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanê – Sûriyê Silêman Oso destnîşankir:

“Biryara vekşandina Hêzên Amerîkî ji rojhilatê Firatê wekî biryarek neçaverîkirî hate rojeva cîhanî. Egera wê ya herî mezin jî ew bû, biryara Trump piştî wê yekê hat, ku Serokê Amerikayê berdewamiya şerê DAIŞê li Sûriye û herêma Rojhilata Navîn anîbû ziman û diyar kiribû, ew dê rêgirê her hewla berferehkirina hejmûna Îranê li Sûriye bibin. Herweha di proseya biryara vekşîna Hêzên Amerîkî de, helwestek Ewrûpayî ya berdewamiya pêwendiyan ligel Îranê, gefên Tirkiye liser rojhilatê Firatê, berdewamiya desthilata yekalî ya PYD li rojavayê Kurdistanê – dibe ku van rastiyan hemûyan bandor li biryarê kiribûn. Helwêsta nû ya Serok Trump a piştgiriya Kurdan dive ji alî tevgera siyasî ya Kurd jî baş bê xwendin, di destê yekem ji alî PYD ve, ku desthilata yekalî nikare berdewam bike. Divê di vê proseya kin de ku niha derfet ji me re heye – divê tevgera Kurd yekrêziya xwe liser bîngehek demokrasiyê, pirrengiyê, desthilatek lihevhatî peyda bike.

Helwêsta nû ya Serok Trump û helwêsta Ewrûpa jî derfetek nû dide rojavayê Kurdistanê û Kurdan. Divê idareyek fereh pêkwere, Pêşmerge dive vegerin û berevaniya gelê xwe bikin. Amerika û cîhan dê zêdetir piştgiriyê û baweriyê bidin Kurdan – gava bibînin Kurd yek rêz in, yek helwêst in û di çarçoveya demokrasiyê û berjewendiyên mirovî û neteweyî de kar dikin.

Ji aliyê xwe pisporê Rojhilata Navîn Newzad Bingol liser biryara Trump a alîkariya Kurdan û bandorên wê liser helwêstên Tirkiye diyarkir ku: “Medya Tirkiye ne medyayek cihê baweriyê ye. Ew babetên girîng ên cîhanî dikare negre dest, ligor tiştên ji wan re tê gotin diweşîne. Raya Giştî ya Tirkiye, Zanyar, rewşenbîr baweriyê bi medya Tirkiye nayênin.

Tirkiye hêzên xwe rêdike ser sînor. Hêzê rêbike an Operasyonê bike – ev du tiştên ji hevûdu cuda ne. Ez bawer nakim Tirkiye Operasyonê bike”.