TEVDEM: Herêmek ewle ji alî Tirkiye ve were dirustkirin, qebul nakin
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Komîteya Dîplomasî ya TEVDEMê Aldar Xelîl dibêje, ew tu carî herêma ewle, ku ji hêla Tirkiyê ve were dirustkirin, qebûl nakin.
Berpirsê Komîteya Dîplomasî ya TEVDEMê Aldar Xelîl got, Tirkiye ji bo Bakur û Rojhelata Sûriyê û ewlekariya hemû navçeyê metirsiye û xwest, navçe ji hêla hêzên navnetewî were parastin.
Aldar Xelîl herweha got, ew tu carî herêma ewle ku Tirkiye dirust bike, qebûl nakin.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dabû xuyakirin, ew bi awayek erênî pêşwaziya pêşniyara Serokê Amerîka ya derbarê dirustkirina herêmeke ewle dikin û eger Hevpeyman alîkarî bikin, Tirkiye bi xwe dikare herêma ewle avadan bike û nabe YPG li herêma ewle hebe.
C.B