Kalin: Gefa Trump a hilweşandina aboriyê li paş ma

Kalin da xuyakirin, pêwendiya telefonê ya Trump û Erdogan erênî derbas bû ye. Gefa Trump a hilweşandina aboriyê li paş ma

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin piştî civîna kabîneya Serokomariya Tirkiyê da xuyakirin, Şêwirmendê asayîşa ewlekariya Amerîkayê John Bolton derbarê Rojavayê Kurdistanê de pênc pêşniyar kirin e, lê ew ji hêla wan ve nehatine qebûlkirin, ku di nav de parastina YPG, PYD jî hebû.

Kalin da xuyakirin, pêwendiya telefonê ya Trump û Erdogan erênî derbas bû ye. Gefa Trump a hilweşandina aboriyê li paş ma.

Îbrahîm Kalin - Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê got:

"Em dizanin birêz Trump car caran tiştên weha dike. lê axaftina bi telefonê ya duhî erênî bû. Ji xwe piştî vê pêwendiyê twîtek din belav kir, ku dixwazin bi Tirkiyê pêwendiyên aborî xurtir bikin. Her du serokan bi asta 75 milyar dolar bazirganiya aliyan wek armanca danîne. Wezareta Gencîneyê dest bi kar kiriye. Ew li paş ma. Em li sibê dinêrin.

Em helwesta Amerîka ya derbarê YPG û PYD de qebûl nakin. Ew dê di dawiyê de bibînin, ku ev siyaset şaş e.

Duh mijara herêma ewle hatibû rojevê û em bi erênî dinirxînin. Ev pêşniyara me ya çar salan e. Yekem car e Rêveberiya Amerîka vê qebûl dike û em jî, bi erênî nêzîk dibin.

 

 

C.B