MSD ji bo Herêma Ewle daxwaza garantoriya navdewletî dike

Endamê Desteya Siyasî yê Meclisa Sûriya Demokrat (MSD) Sîhanok Dibo ji Kurdistan24 re diyarkir ku, teqîna li Minbicê çêbûyî ...

K24 – Navenda Nûçeyan

 Endamê Desteya Siyasî yê Meclisa Sûriya Demokrat (MSD) Sîhanok Dibo ji Kurdistan24 re diyarkir ku, teqîna li Minbicê çêbûyî nîşanek wê yekê ye, rêxistinên terorê û bi taybetî DAIŞ hîn neqediyane, herweha hin hêz hene, dixwazin rêxistinên terorê hebin û wan di berjewendiyên xwe de bikar bîn in, armancek din jî, daxwaza tunekirina destkeftiyên li rojhilatê Firatê / rojavayê Kurdistanê ye.

Sîhanok Dibo got ku, daxwaza MSD Sûriyeyek yekgirtî, lê ne-navendî ye, Sûriyeyek demokratîk di şêwazê Xweseriya Demokratîk di tevayiya Sûriye de ye. Rewşa Rojhilatê Firatê jî, ku qebilkirinek navneteweyî bibîn e.

Endamê Desteya Siyasî yê Meclisa Sûriya Demokrat  got, ku pêkanîna herêmên ewle dive di çarçoveya rojhilatê Firatê, deverên di bin kotrola Rêvebiriya Xweser de û bi garantorî û naskirina navneteweyî, bi biryarek Civata Asayişa Navneteweyî pêk were. Deverên ku di bin dagîrkeriya Tirkiye de, nikarin wekî herêmên ewle bên pênase kirin…