K24 dîmenên hêzên rêjîma Sûriyê li nêzîkî Minbicê belav dike

Kurdistan24 derbasî nava bajarokê Erîmeh ya nêzîkî bajarê Minbicê dibe û rewşa jiyana xelkê û dîmenên hêzên rêjîma Sûriyê li wî bajarokî belav dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Minbic

Kurdistan24 derbasî nava bajarokê Erîmeh ya nêzîkî bajarê Minbicê dibe û rewşa jiyana xelkê û dîmenên hêzên rêjîma Sûriyê li wî bajarokî belav dike.

Bajarokê Erîmah ser bi herêma Babê ve ye û 20 K.M dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê, berî demekê hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên Rûsî derbasî wî bajarokî bûn û ligel hêzên Encûmena Leşkerî ya Babê bicih bûne.

Bajarokê Erîmah ku hêzên rêjîma Sûriyê, hêzên Rûsî û Encûmena Leşkerî ya Babê lê bicih dibin, xelkê bajêr dibêjin, ew di aramiyê de dijîn û  hêzên li wir bicih bûne ti pirsgirêk û astengiyan ji wan re peyda nakin û rewş gelekî baş e.

Bajarê Erîmah di bin rêveberiya Encûmena Sivîl a Babê de ye û pêwîstiyên xwe yên jiyanê ji bajarê Minbicê peyda dike.

Serokê Encûmena Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma ji K24ê re got: “Em bi hêzên rêjîma Sûriyê û yên Rûsî re rêkeftine ş erkê wan parastina sînorê di navbera wan û çekdarên Mertala Firatê ye. Bi hevahengî ligel Rêveberiya Parastina Sînor a ser bi hikûmeta Sûriyê ve rojane gerên hevbeş li ser sînorê di navbera me Mertala Firatê de dikin.”

Bajarokê Erîmah li ser destê Encûmena Leşkerî ya Babê, Encûmena Leşkerî ya Minbicê û HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî di sala 2016an de ji DAIŞê hatibû kontrolkirin.