Encûmenên Minbicê hewla kontrolkirina bajêr didin

Piştî teqîna bajarê Minbic ku di encamê de çend leşkerên Amerîkî û hejmarek ji welatiyên bajêr hatine kuştin, Encûmena Sivîl ya bajêr hewildanan dike ku rewşa ewlehî li bajêr cîgir bibe, ji ber wê jî roleke mezin daye Hêzên Ewlehiya Hundirîn ku bi alîkariya welatiyan rewşa tevahiya bajêr têxe bin kontrolê de.
kurdistan24.net

 

K24 – Minbic

Piştî teqîna bajarê Minbic ku di encamê de çend leşkerên Amerîkî û hejmarek ji welatiyên bajêr hatine kuştin, Encûmena Sivîl ya bajêr hewildanan dike ku rewşa ewlehî li bajêr cîgir bibe, ji ber wê jî roleke mezin daye Hêzên Ewlehiya Hundirîn ku bi alîkariya welatiyan rewşa tevahiya bajêr têxe bin kontrolê de.

Rewşa ewlehiyê li bajarê Minbicê û bi taybetî piştî bûyera teqîner ku li hemberî xwaringeha Elqesir rû da û di encamê de 4 leşkerên Amerîkî û 15 kesên sivîl jî bûne qurbanî, ta niha jî ne cîgir e. Welatiyên bajêr dibêjin ku ew di metirsiyê de ne bûyerên teqîner dubare bibin, nemaze ku gerên hevbeş di navbera Encûmena Leşkerî ya bajêr û Hevpeymaniya Navdewletî de berdewam in û metirsî heye kesên xwekuj di nava bajêr de wan armanc bikin.

Karmendê xwaringeha Elqesir Hesen Mehmûd ji K24ê re got: “Yên bûne qurbanî kesên sivîl bûn, ti gunehên wan tune ne, eger 4 Amerîkî hatine kuştin li hemberî wan 18-19 kesên sivîl jî bûne qurbanî.
Ew kesê xwekuj ku dibêje ez ji bo berjewendiya welatiyan van tiştan dikim, pêwist e ji derveyî bajêr tola xwe ji Amerîkiyan û hêzên biyanî hilîne.

Welatî Mihemed Hewaş dibêje: “Gewdên şewitî û serjêkirî û dîmenên nexweş li cadeyan têne dîtin, tirs gelekî heye û xwedê vê ezmûnê bi ser ti kesî de neşîne, têbê em di filmekî Holywoodê de dijîn.”

Rêveberiya Sivîl ya Minbicê ji aliyê xwe ve heman metirsiyê diyar dike û ji ber wê jî û piştî bûyera xwaringehê, hêzên ewlehî gerên xwe di nava bajêr de zêde kirine û di encama lêpirsîn û lêkolînan de çend şanên razayî hatine desteserkirin. Herweha û ji bo bûyerên hevawa dubare nebin, rêveberiya navhatî hişyariyê dide welatiyan ku ew jî bi hêzên ewlehî re alîkar bin.

Hevserokê Rêveberiya Sivîl a Minbicê Mihemed Xêr şêxo ji K24ê re got: “Hêzên Ewlehiya Hundirîn ew in yên rewşa ewlehî li bajêr diparêzin, vê hêzê li ser rêbendan û li ser sînor û deriyên çûnûhatinê gelek amadekarî kirine. Saziyên fermî yên rêveberiyê jî dibin kontrolê de ne û hêzên me parastina wan dikin. Em ji welatiyan re dibêjin ku hêzên me di amadebaşiyê de ne ku bûyerên teqîner careke dî dubare nebin.”

Bajarê Minbic yek ji giringtirîn bajarê Sûriyê ye û wekî herêmeke stratîjî tê naskirin, ji ber wê jî hêzên hemû aliyan tê de têne dîtin. Artêşa Tirkiyê li ser sînor û artêşa Sûriyê jî li gundewarê bajêr li bendî derfeteke guncaw in ku derbasî bajêr bibin.