Mesrûr Barzanî, bi egera wefata rojnamevan-nivîskar Seîd Yehya Xebat peyamek ragihand
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Civata Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek sersaxiyê bi egera wefata rojnamevan-nivîskarê Kurd Seîd Yehya Xebat ragihand.
Daxûyaniya ku arasteyî malbata Xwedê jî razî bûyî, diyar dike ku: Wefata Seîd Yehya Xebat wendahiyek mezin ji edebiyat, cîhana çandî û rojnamegeriya Kurd re ye.
Mesrûr Barzanî diyarkir: “Bi êş û xem min nûçeya wefata Mamoste Yehya Seîd Xebat bihîst. Xemdarê êşa we me. Bi vê egerê, ez daxwazên xwe yên sersaxiyê digihînim malbat, mirov û nêzîkên wî.
Bîranîna Mamoste, dê bi berhemên wî yên dewlemend de, her dem zindî bimîn e”.
C.B