2 endamên Kongressê daxwaza parastina Kurdan dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
2 endamên Kongrêsa Amerîka daxwaz ji Trump dikin, Kurdên Sûriyê biparêze û rê li ber şerê digel Tirkiyê bigre.
Her yek ji Marsha Blackburn û Tammy Duckworth, di daxwazeke fermî de, ku ji bo Serokê Amerîka Donald Trump şandine daxwaz dikin, Kurd li Sûriyê bên parastin.
Di heman daxwazê de hatiye, ew her du endamên Kongrêsê daxwaz ji Trump dikin, rê li ber şerê Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokrat, ku digel hêzên Hevpeyamanan şerê DAÎŞê kirin e bigrin.
Ev daxwaza wan her du endamên Kongrêsê piştî wê yekê hat, ku Serokê Amerîka biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê da ye û Tirkiyê jî, gefa encamdan a êrîşekê li ser Rojavayê Kurdistanê dike.
C.B