Hemberî Kişanak 14 û Tuncel 15 sal cezayên zindanîkirinê

Hevseroka Şarawaniya Mezin a Diyarbekrê Gulten Kişanak 14 sal û 3 meh û Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel jî 15 salan, cezayê zindanê li wan hate birîn

K24-Navenda Nûçeyan

Hevseroka Şarawaniya Mezin a Diyarbekrê Gulten Kişanak 14 sal û 3 meh û Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel jî 15 salan, cezayê zindanê li wan hate birîn.

Gulten Kişanak di dadgehê de parastina xwe kir û balkêşa ser Çalakiya Leyla Gûven û girtiyên din ên siyasî.

Kişanak desthilatdar rexne kir û da zanîn: Ev dadgeh siyasî ne û liser daxwaza desthilatê tên rêvebirin.

Gulten Kişanak balkeşa dorpêça liser  zindanan û got: Pirsa Kurd ne bi şer,  encax dikare bi rêya diyalogê, were çareser kirin.

Lê Dadgeha Meletiyê Gulten Kişanak 14 sal û 3 meh û Sebahat Tuncel jî 15 salan, cezayê zindanê li wan birî.

 

 

C.B