Amerîka red dike rêjîma Sûriyê cihê wê li Sûriyê bigire

Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Karûbarên Sûriyê James Jeffery red dike rêjîma Sûriyê li şûna hêzên Amerîka bicih bibe piştî vekişîna wî welatî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Karûbarên Sûriyê James Jeffery red dike rêjîma Sûriyê li şûna hêzên Amerîka bicih bibe piştî vekişîna wî welatî.

James Jeffery di çarçova beşdariya di Konferansa Asayişa Cîhanê ya Munchenê de got: Amerîka biryara xwe derbarê vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê neguhartiye. Amerîka ji Sûriyê vedikişe, lê vekişînê bi şêwirmendiya ligel hevpeymanan dike.

Herwiha got: Washington naxwaze piştî vekişîna hêzên Amerîkî, hikûmeta Sûriyê wê herêmê kontrol bike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hevkariya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji şikandina DAIŞê nêzîk bûye û li gor dawî daxuyaniyên fermandarên HSDê, DAIŞ di 700 metro çargoşe de hatiye dorpêçkirin û ji aliyê leşkerî ve hatiye şikandin.

Piştî ragihandina şikestina DAIŞê bi yekcarî, eger heye Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne. Bi vê yek jî metirsî li cem HSDê çê bûye ku navçeyên bikeve bin dagîrkirina Tirkiyê. Bi taybet ku Tirkiye dibêje ewê navçeyeke ewle li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ava bike.

Lê Washington dilniyabûnê dide ku bê parastina Kurdan, ew ji Sûriyê venakişe.

  

S. B