Şêwirmenda Esed: Desthilata Rêveberiya Xweser red dikin

Şêwirmenda Siyasî û Medayayî ya Serokê Sûriyê Buseyna Şaban radigihîne, ew desthilata Rêveberiya Xweser li Sûriyayê red dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Siyasî û Medayayî ya Serokê Sûriyê Buseyna Şaban radigihîne, ew desthilata Rêveberiya Xweser li Sûriyayê red dikin.

Şêwirmenda Serokê Serokê Sûriyê li Korbenda Valdî ya Navdewletî ya derbarê Rojhilata Navîn de li Moskoyê ragihand, ew desthilata Rêveberiya Xweser ji bo Kurdan red dikin û got, rêveberiyên xweser dê rê li ber perçebûna xaka Sûriyê veke.

Herwiha Şêwirmenda Serokê Serokê Sûriyê ji rojnamevanan re jî got: “Kurd beşeke girîng ji gelê Sûriyê ye. Danûstandin ji destpêkê ve bi Kurdan re berdewam e, lê beşek ji Kurdan xwe raspartine biryara Amerîka û pirsgirêka me bi wan re heye. Lê derbarê Kurdên Sûriyê de, ew Kurdên Sûriyê ne û mafê hemû welatiyan li pêş yasa û destûrê wek hev in.”

Herwiha got: “Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got: Amerîka dixwaze dewletekê li rojhilata Firatê ava bike. Lê welatiyên Sûriyê dizanin çawa berevaniyê bikin û rê nadin Amerîka armancên xwe pêk bînin.”

 

 

S. B