Serokê Îstixbarata HSDê li Reqayê hat kuştin

Serokê Nivîsgeha Îstixbarata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Reqayê bi guleyekê hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Nivîsgeha Îstixbarata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Reqayê bi guleyekê hat kuştin.

Li gor nûçeya ajansa “Sputnik” a Rûsî, Berpirsê Nivîsgeha Îstixbarata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Reqayê Fewaz El-Zahir duhî ji aliyê grûpeke çekdar ve li nêzîkî Rêberiya Geştiyariyê li başûrê Reqayê hat kuştin.

Da zanîn jî, Fewaz El-Zahir bi guleyeke damçeya bêdeng hat kuştin û piştre Îstixbarata HSDê dest bi lêgerîn û lêkolîna bûyerê kir.

Amaje bi wê yekê jî kir, Fewaz El-Zahir ji bavekî Ereb û dêyeke Kurd e û pêwendiyên wî bi îstixbarata Amerîkî û Fransî re hebû û berî sala 2015an jî berpirsekî Artêşa Azad a Sûriyê bû.

Kuştina Fewaz El-Zahir piştî wê yekê tê, roja 28ê Sibata bûrî jî Serokê Îstixbarata HSDê li Reqayê “Heval Şêro” dema belavkirina xwepêşandanekê rastî êrîşekê hat û hate kuştin û du kesên pê re bûn jî bi giranî birîndar bûbûn.

  

S. B