Tirkiye: 193 girtîgehên nû tên avakirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Dadê ya Tirkiye diyarkir, ku bi egera zêdebûna girtiyan di navbeyna 5 salan de, dê 193 girtîgehên nû li Tirkiye bên avakirin.
Liser pirsnameyek CHP di Parlementoya Tirkiye de, Wezareta Dadê ya Tirkiye di bersiva xwe de destnîşankir, ku projeya avakirina 193 girtîgehên nû li Tirkiye heye û egera vê jî zêdebûna girtiyan e.
Di bersivê de herweha tê ziman, ku bi dîroka roja bersivê de - 17ê Berçile 2018an de li tevayiya Tirkiye 389 girtîgeh hene û ev girtîgeh dikarin 211 hezar 838 girtiyan bigrin.
C.B