Encamên Hilbijartinê û Rewşa Nû

Kurd24

Encamên hilbijartinên herêmî ku di 31ê Adarê da hatin lidarxistin, kêm zêde eşkere bûn. Anha herkes ji aliyê xwe ve van encaman şirove dikin û li gor xwe jê netîceyan derdixin.

Di tabloya piştî hilbijartinan da reqemên vekirî ku nayên nîqaşkirin ev in. Tifaqa Cumhur him dengên xwe him jî şarederîyên xwe kêm kir. Di nav Tifaqa Cumhur da jî zêdetir AKPê deng û şaraderiyên xwe winda kir. Hinek deng û bajarên ku di destê AKPê da bûn ketin kontrola MHPê. Di vê çarçoveyê da dikare bê gotin ku Tifaqa Cumhur di hilbijartinên 31ê adarê da têkçû. Lê AKP du caran têkçû. Him li himber Tifaqa Millet a diduyan jî li himber MHPya hevpeymanê xwe.

Yê ku di vê hilbijartinê da qezenç kir Tifaqa Millet bû. Di nava Tifaqa Millet da jî CHP qezençtirîn derket. CHP di serî da bajarên stratejik wek İstenbul û Enkere û paşê jî Antalya, Adana û Mersinê ku bajarên mezin in bi destxist.

HDPê jî tevî ku di çend bajarên Kurdan da dengên xwe mihefeze kir, bi giştî şikestineke mezin xwar. Nivê şarederiyên di destê xwe da winda kir.

Derheqê vê tabloya ku derketiye holê, dikare gelek tişt bên gotin. Li tişteke ku ez dixwazim bal bikişînim ev e. Encamên hilbijartinên 31ê Adarê ji aliyê Erdogan ve hatin tayînkirin. Erdogan bi siyaseta xwe ya êrişker û dijê Kurd tenê qedera partiya xwe tayin nekir, di eynî wextê da li encamên mixalifên xwe jî tesîr kir.

Heta duh, Erdogan wek aktoreke kariger; bi karên baş, siyaseteke reformxwaz û bi gavên xwe yên nerm ji gel piştgiriyeke mezin stend, roj bi roj dengên xwe zêdekir û bi vê awayî mohra xwe li sîyaseta Tirkîyê xist. Lê piştî 2011an, bi taybetî jî li pey têkçûna Pêvajoya Çaresîyê di sala 2015an da Erdoganê berê çû, di şuna wî da Erdoganeke din hat. Wek tê zanîn ev çand sal e Erdogan hebûn û “bekaya” xwe bi dijîtîya Kurdan ve girêda ye. Tirsa ku li Erdogan peyda bûye wî ji eqil û rastîyê dur xist. Ji vê yeke ye ku Erdogan di van salên dawî da ne tene êrîşê Kurdan dike, bi herkesi ra şer dike. Erdogan bi vê siyaseta xwe ya tund, êrişker û nîjadperest rêya têkçûna xwe vekir. Bapîrê Kurdan bîlasebe negotine; “Çê kir bi xwe kir, xirab kir bixwe kir”.

Erdogan bi vê siyaseta xwe ya şaş bu sebeb ku mixalifên wî hemû li dora CHPê bicivin. Eger îro CHPê bajarên wek İstanbul û Enqereyê bidest xistiye, di vî da rola Erdogan mezin e. Bi dîtina min eger ev siyaseta Erdoğan ya dijminane nebûya, HDPê jî ew dengên ku îro stendiye jî wê nestendana. Em dizanin gelê Kurd çiqasî ji siyaset û kiryarên HDPê nerazî ye. Lê Erdogan wisa kir ku dengdarên Kurdan li xwe ferz dîtin ku dengên xwe bidin HDPê.

Di behsa Erdogan da tişteke din yê balkêş jî ev e. Her ku Erdogan ber bi nijjadperestîye ve dişemite, ewqasî zemînê ji bo MHPê xurt dike. Dengdarên AKPê yên Tikçî û nijadperest berê xwe didin MHPê ya ku temsîlkarê nîjadperestîyê ya esasî ye. Yê ku MHPê jî xurt dike Erdogan bi xwe ye.

Rewşa nû bo Kurdan çi dibêje?

Şik tune ye ku encamên piştê hilbijartinê li Tirkiyê tabloyeke nû derxistiye holê. Girtina bajarên mezin wek İstenbul û Enqerê ji AKPê ji aliyê CHPê ve wê eyareke nû bide mêzîna siyasetê. Edî hêz û qudreta desthilatdarîya AKPê wek berê xurt û mutleq ni ne. Anha zêdetir bawerî heye ku tişt dikarin bên guhartin û heta desthilatî jî bê bidestxistin, çi li Tirkiyê çi li qada Kurdan da.

Lê nokteyêk muhîm heye. Divê Kurd ji bo İttifaqa Millet, bi taybetî jî derbarê CHPê da pir bi hêvîdar nebin. Di vê mijarê da divê meriv bi ihtiyat, bi tevdîl tevbigere. Em şahidê wê yekê ne ku CHP di dirêjahiya hilbijartinan da ji bo Kurdan, derbarê pirsa Kurd da tu tişt negot, tu pêşniyariyek nekir. Heta ji bo xwe durê Kurdan bixin, çi destê wan hat, kirin. Hewce ye Kurd di derbarê CHPê da nekevên nav xeyalan.

Tiştê baş ne ew e ku CHP serketi ye, tiştê baş têkçûn û qelsbûna AKPê ye. Di desthilatiyê da hêza zêde her tim xeter e. Dibe sedemê fehşbûnîyê, pozbilindiyê û qirêjîyê. Ev qanuneke gerdûnî ye. Ji ber vê yekê windakirina AKPê baş bû. Sînorkirina desthilatdarîya AKPê ya mutlek bi xêr e ji bo demokrasiyê. Ev encamên heyî yan wê dawîya AKPê bînin yan jî wî mecbûr bikin ku vegerê xeta xwe ya reformxwaz û bi Kurdan re lihev were. Bi awayeke din AKP wê nikaribe li ser hikum bimîne û bigihî 2023an.

Ev rewş ji bo Kurdan tişteke erînî ye. Aktorên bihêz yên li Tirkiyê wê zêdetir li gringîya Kurdan mikur bibin. Wê destê Kurdan hê xurt bibe di siyaseta Tirkiyê da. Bi şertê ku Kurd bieqil, bitefaq tevbigerin û li gor hewcedarî û şertên serdemê ji xwe ra rê û dirban pipejirînin.

09.04.2019