MSD: Hikûmeta Sûriyê li hember Efrînê bêdeng e

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) rexneyê li Hikûmeta Sûriyê digire ku li hember binpêkirinên ji aliyê Tirkiyê ve li Efrînê tên kirin bêdeng e û ragihand, Tirkiye dixwaze Efrînê wek Lîwa Iskenderonê tevlî xaka xwe bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) rexneyê li Hikûmeta Sûriyê digire ku li hember binpêkirinên ji aliyê Tirkiyê ve li Efrînê tên kirin bêdeng e û ragihand, Tirkiye dixwaze Efrînê wek Lîwa Iskenderonê tevlî xaka xwe bike.

MSDê di daxuyaniyekê de ragihand, Hikûmeta Tirkiyê li ser bi karê xwe yê nehîştina nasnameya Kurdî li Efrînê berdewam e û dixwaze Efrînê wek Lîwa Iskenderonê tevlî xaka xwe bike.

Di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir, Tirkiye dîwarekî bi dirêjahiya 70 K.M li sînorê Efrînê ava dike, armanca wê jî ew e, Efrînê ji Sûriyê veqetîne.

MSDê rexne li Hikûmeta Sûriyê jî girt, ku bi helwesteke cidî li hember binpêkirinên li Efrînê dibin ranebûye. Herwiha got: Bêdengiya civaka navdewletî jî di wê derbarê de hanê dide dagîrkeriya Tirkiyê.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an ve, ji dizî, talan, revandina welatan û destdanîna ser mal û milên xelkê, bi hezaran koçberên navçeyên din ên Sûriyê li cihê Kurdan bicih dike û rêxistinên yasayê û partiyên siyasî yên Kurdî Tirkiyê tometbar dikin, ku guhartina demografî li Efrînê çê dike.

Herwiha çend roj in jî, artêşa Tirkiyê li navçeya Şêrewa ya Efrînê ku dikeve di navbera Efrîn û Helebê de dîwarekî cemeto ava dike. Li gor çalakvanên Efrînê jî, armanca Tirkiyê ji wê yekê, cudakirina Efrînê ji Sûriyê ye.

 

S. B