Mîlîşyayên rêjîma Sûriyê şervanekî HSDê li Til Rifatê dikujin

Mîlîşyayên ser bi rêjîma Sûriyê ve şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarokê Til Rifatê dikujin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mîlîşyayên ser bi rêjîma Sûriyê ve şervanekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarokê Til Rifatê dikujin.

Jêderekî ji devera Şehba ji K24ê re ragihand, ji ber aloziyeke civakî duhî hejmarek ji çekdarên mîlîşyayên ser bi rêjîma Sûriyê şervanê HSDê Rênas Hemdoş kuştin.

Da zanîn, piştî bûyera kuştinê, hêzên asayişê destêwerdana kir û şerek di navbera wan derket û li gor zanyariyan di encamê de herî kêm 2 çek çekdarên ser bi rêjîmê ve hatin kuştin û hin malên çekdaran hatin şewitandin.

Li gor wî jêderî heta niha li Til Rifatê alozî heye.

Bajarokê Til Rifatê 20 K.M li rojhilatê Efrînê ye û ji sala 2016 ve di destê HSDê de û hin baregehên rêjîma Sûriyê û mîlîşyayên ser bi wê ve jî lê hene.

 

 

S. B