Demîrtaş çalakiya greva birçîbûna rast nabîne

Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, ew çalakiya greva birçîbûna rast nabîne, lê piştevaniya daxwazên Leyla Guven dike û dibêje, "hêvîdar im fişara li ser Ocalan were rakirin."

K24 – Navenda Nûçeyan

Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, ew çalakiya greva birçîbûna rast nabîne, lê piştevaniya daxwazên Leyla Guven dike û dibêje, "Hêvîdar im fişara li ser Ocalan were rakirin."

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, bi rêya Parêzerên xwe ji Zîndana Edîrneyê ve bersiva pirsên “BBC” da. Demîrtaş got, ew piştevaniya daxwazên Leyla Guven dike ku divê fişarên li ser rêberê PKKê Ebdula Ocalan were rakirin.

Demîrtaş da zanîn, ew çalakiya greva birçîbûnê rast nabîne û nabêje bila greva birçîbûnê berdewam bike û vê yekê ehlaqî jî nabîne.  Da xuyakirin, ew fişarên li ser bidawîanîna çalakiyê jî rast nabîne û encam jî nagire, çareya herî baş, bicîhanîna daxwazên girtiyan e dawîanîna çalakiyê ye.

Hevserokê berê yê HDPê got jî, ew ji dil ve dixwaze ku daxwazên girtiyan werin bihîstin û ji vir û pê ve ti mirinek nebe û greva birçîbûnê bidawî were.

 

S. B