Artêşa Tirkiyê hêzeke nû dişîne Efrînê

Artêşa Tirkiyê bi armanca piştgirîya çekdarên girêdayî wan yên di nav sînorê Efrînê de, hêzeke din dişîne Efrînê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê bi armanca piştgirîya çekdarên girêdayî wan yên di nav sînorê Efrînê de, hêzeke din dişîne Efrînê.

Li gorî medyaya Tirkiyê, piştî ku gundên Meranaz û Malikîyê li rojhilatê Efrînê careke din ketin destê YPGê, amadekariyeke nû ya êrîşê ji aliyê Tirkiyê ev tê kirin.

Hêzên çekdar yên Tirkiyê ve, ji duh ve karwanên leşkerî yên komando dişîne derdor bajaroka Tel Refetê.

Pêr YPGê êrîşî xalên artêşa Tirkiyê li Ezazê kiribû û di encamê de 2 fermandarên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û piştre artêşa Tirkiyê Meranaz, Malkiye û Şiwaexe bi tundî topbaran kiribû.

Herwiha çekdarên opozîsyona Sûriyê yên fermana xwe ji Tirkiyê werdigirin karîn hejmarek ji xalên YPGê li wê navçeyê kontrol bikin, lê piştî demjimêrekê YPGê di êrîşeke berûvajî de karî hemû xalên xwe vegerîne.

 

S. B