Kurd ne mejbûrin ji du dojeha yekê helbijêrin!

Kurd24

Piştî hevdîtina Seokê PKK ê A. Ocalan digel parêzgarên wî de hate ragihandin, nerîn û şîroveyên seyr û hemecor bi xwera anîn. Bêguman berîya Helbijartinên şarewanîyên 31ê Adarê jî, brayê mezin Mehmet Ocalan seredana  A. Ocalan li Imralî kiribû. Belê desthilatdarîya Qandîl wê demê ne hêlabûn, ku Mehmet Ocalan yan jî HDP ti daxweyanîyan bidin.

Diyar e vê carê pêşwext Qandîl jî hatîye razîkirin, lewma parêzeran karîn nameya A.Ocalan bi raya giştî re parvebikin. Karvedanên  evan her du hevdîtinan jî, bi şêweyekî suruştî li ser astê Kurdistanê û Turkîya dengvedan. Bêhtirîya sîyasetvan û rewşenbîrên Kurda ev herdu hevdîtinên henê wekî pîlana piştevanîya AKP ê ya di helbijartinan de şîrovekirin û dikin.

Ez nabêjim xwedanên evan şîroveyan bi yekcarî şaş û ne mafdarin. Lewra Mehmet Ocalan jî piştî 8 salan û di qonaxa Helbijartinên şarewanîyên Turkîya de "îcazeta" hevdîtina brayê xwe wergirt û piştî ku AK partî di helbijartinan de şikest xwar û bi taybetî şarewanîya Istanbolê jidest da û bi dengên Kurda kefte destê CHP ê, Komîsyona Bilinda Helbijartinan bi egera bûyîna "saxtekarî û fêlbazîyan" , helbijartinên şaredarîya mezin ya Istanbolê hilweşand û biryar da ku di 23 ê xezîranêde li wî başarî helbijartinên şaredarîya mezin bête dubarekirin û vê carê jî di 2ê Gulanê de dadgehê ruxset da ku parêzgarên A.Ocalan biçin li Imralî wî bibînin.

Jiber evê yekê jî ev şîroveyên henê tiştekî gelek suruştîne.Lewra eve ne cara pêşîye û nabe ya dumahîkê jî ku partîyên Turka bo ku bigehên bi desthilatdarîyê eve sed salin dilê Kurda xweş dikin û dengên wan bo partîyên xwe dibin. Heta duhî dengên Kurda bo partîyên CHP û Adalet û Selamet ê diçûn,evrojî dê bo ewan kesên wekî Kiliçdaroglû, Bahçelî, Erdoxan û Temellî biçin û diçin. Bo evî babetî û evê encamê pêwistî bi şîroveyeka nû nîne !

Ev zincîrefilma 100 salîye û heta vêrê Kurda dîtîye.Ya girîng ewe ku Kurd bikaribin ji niha û wêve senaryoyên xelekên nû yên evî filmî bibînin û tê bighên.Di evê xelekêde grîngtirîn xal ewe, ya ku A.Ocalan bo PKK ê û herweha bo Kurda jî dibêje "pêdivîye hestîyarîyên Turkîya li ber çav bêne girtin"!? Tirsa mezin jî eveye. Lewra Desthilatdarîya Qendîl jî rêzê li hestîyarîyên îranê digrin û PYD jî rêzê li hesttîyarîyên Sûrîya digrin.Bêguman maf û hestîyarîyên Kurda jî bo evan dewletan xetên sorin.

Ji alîyê dî ve,ev hemî rûdan û pêşdaçûnên evê dumahîkê ji siyaseta Emrîka ya rojhelata navîn ne qutbûyî ye. Piştî girtina A.Ocalan û virde PKK hêdî hêdî ji bin qontrola serokê xwe derdikeve. îran ji rexekîve Desteya Qandîlê bi alîyê xweve dikşîne. Surî digel hemî bizavên Emrîkave PYD ê ji dest xwe bernade. Emrîka di çarçowa bernamê xwe yê dijî îranê de divêt bi rêka kontrola A.Ocalan desteya Qandîlê ji îranê dûr bixe û Turkîya jî her bi rêka A.Ocalan dixwaze Kurda ji bilî PKK ê.bê partîyên Kurdî û herweha bê alternatîf bihêle. Ango wa bike ku Kurd di navbera A.Ocalan û Qandîlê de yekî ji herduyan helbijêrin.

Bijardeya herî metirsîdar jî eve ye ku li Bakurê Kurdistanê ti hêz û rêxistinên Kurdî nemînin û Kurd di evê çerxa 21 ê de her wekî evan 40 salên borîde her ji naçarî bikevin evê xefka dijminên dagîrker û ji du dojeha dojehekê helbijêrin!

23.05.2019