10 girtî hatibûn kuştin, kesekî siza negirt!

Li Girtîgeha Diyarbekrê Tîpê E de, di 24ê Îlon a 1996an de 10 girtî bi hasinan û daran di bin lêdanên ne-mirovane de hatin kuştin. 24 girtî bi tundî hatin brîndarkirin! Niha doza vê rûdanê bêyî ku kes sizayekê bigre, hate girtin! Sedem: Derbasbûna demê liser e!

K24 – Navenda Nûçeyan

Doz di Dadgeha Giran a Sizayî ya Diyarbekrê de hate dîtin.

Berî niha, Dadgeha Bilind a Tirkiye Yargitayê bi egera komkirina kêmasiyên di doze de, daxwaz ji dadgehê hatibû kirin, ku doz berdewam bike.

Dadgehê biryar da! Dinav de leşker, polis, gardiyan, doktorê girtîgehê ê birêvebirê girtîgehê 72 tewanbar, bi egera derbasbûna demê, siza negirtin!

Parêzerê dozê Bariş Yavuz helwêstek rexnegîr li dadgehê girt û got, ku: “Ew dev ji vê doze bernadin û dê serî li dadgeha bilindtir bikin”.

C.B