Di Eslê xwe de YNK Dixwaze çi Bike?

Kurd24

Bêguman li pêş çavên hemî kesî ron û aşkeraye ku eve heft -heşt mehin YNK li pêşîya damezrandina Hukmeta Herêma Kurdistranê astengan durust dike û eve çendîn carin ku digel PDK de peymanên corbecor pêktîne û wan peymanan mor dike û careka din lê vedibe û piştî her lêvebûnekê sereray ewan rêkeftinan, paşkokên nû li ewan rêkeftinan zêde dikin û careka din berdewam dibin li ser derxistina pirsgirêkên nû û bê wate...

Piştî derxistina her problemeka nû jî bi rêka berpirsekî wekî Berêz Kosret Resûl daxwaza lêborînê dikin û piştre careka din rêkeftineka nû li gel PDKê mor dikin û di praktîkê de qet pêgirîyê bi yek ji evan  rêkeftin û morên xwe nakin. Jiber wê çendê jî rewş wa lê hatîye ku êdî bawerîya xelkê ne bi tenê bi rêkeftin û mor an,belku bi sîyasetê jî nemaye.Lewra ewan bi evî awayî soz û peyman û mor û îmzayên sîyasî bê nirx û bê beha kirin.şikandina bawerîya xelkê ji sîyaset û dezgahên mîrî,bo paşeroja doza Kurda metirsîyeka ciddi durust dikin.

Evan xerabkarî û fêlbazîya hemîyan jî,bi şêwazîn dûr ji prensebîn demokrasîyetê û bi rêk û helwestên feodalîzmê dikin. Bo nimûne ;

-Postê serokê parleman dixwazin, rêkeftinê digel PDK ê de li ser wî postî dikin,belê ti kesî bo wergirtina ewî postî destnîşan nakin.

-Daxwaza çend wezîran dikin,rêkeftin û paşkokan mor dikin,belê ti kesî bo ewan postên wezaretên xwe destnîşan nakin.

-Postê serokê Herêmê yê bo PDK ê di pejirînin û pîrozbahîyê lê dikin,belê di helbijartina Serokê Herêma Kurdistanê de wekî partîyeka sîyasî û şirîkekî xwedan berpirsîyar,beşdar nabin.

Ji kîjan alîve tu berê dide Yekîtî,tu di bînî ku Yekîtî ji her demê bêhtir ji rewîştê sîyasî û ji helwestê partîyatî û ji mesûlîyeta xizmeta Gel û Welat dûr ketîye.Bê xem bûye. Ji bilî ku bi evî şêweyî di nava Bizava Sîyasî ya Kurdistanê de hetka xwe birin û şermê ji xwe nakin,ew bi evan reftaran sifkatîyê bi Gelê Kurd jî dikin...

Di bawerîya min de,ji bilî ku piştî wefata Mam Celal Talebanî,YNK êdî ji warê rêxistineka,ango partîyeka sîyasî derkeftîye û bûye pir serî û ji navendeka biryarê bêpar mane. Belê herweha jî aşkeraye ku grûba Talebanî û xizmên wan,ango grûba xîyaneta 16 ê October ê bi ser hemî alîyên YNK ê ve zal bûne û ew bi azadane û dûr ji hemî rewîşt û pîvanên sîyasî û Kurdewarî kar dikin.

Raste Yekîtî partîyeka cemawerîye(!).Belê divê neyê jibîrkirin jî ku Yekîtî rêxistineka leşkerî û Kodetayî ye jî.Herweha bi rêka evê rêxistina leşkerî ewan şîyaye(karîne) evî cemawerî li derdora xwe kom bikin û rikeberîyê di sîyaseta Kurdistanê de bikin.Jiber evê rastîya henê,bi min waye piştî wefata bab û bapîr û bi taybetî ji 16 ê October ê û heta niha hemî bizavên ewê grûbê bo ewê çendê ye ku wê hêza kodetayî di dest xwe da biparêzin û bi rêka wê hêzê hemî bask û grûbên Yekîtî jî kontrol bikin û bixin di xizmeta berjewendîyên xwe yên grûbî û malbatî de.

Herweha di evan durustkirin û peydakirina alozîyan de du armancên wan yên din jî hene. Bi dirêjkirina demê û peydakirina arêşe û alozîyên nû wa bikin ku Kurd xîyaneta 16 ê October ê ji bîr bikin, û ya duwemîn jî wa bikin ku  Partî û bi taybetî  Mala Barzanî jî li wan bibûrin û ew careka din vegerin nava sîyaseta mîrî û Kurdewarî..! Gelo dê bigehên evan armancên xwe?07.06.2019