Tirkiye: 3 leşkerên me li Idlibê birîndar bûn

Li Îdlibê li dijî xala çavderiyê ya Tirkiyê êrîş hate kirin û di encamê de 3 leşkerên Tirk birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îdlibê li dijî xala çavderiyê ya Tirkiyê êrîş hate kirin û di encamê de 3 leşkerên Tirk birîndar bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, ji herêma di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de, bi topên Hawinê êrîşî li ser xala çavderiyê ya Tirkiyê hatiye kirin û 35 topên Hawanê li xala çavderiyê ya hejmar Dehemîn ketine û di encamê de 3 leşker birîndar bûne.

Ev yek di demekê de ye, Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê “Himêmîm” duhî ragihand, bi serperiştiya Rûsya û Tirkiyê agirbest li navçeya kêmkirina aloziyan a Idlibê hatiye ragihandin û ji roja 12ê vê mehê ve dikeve warê cibicîkirinê.

Artêşa Sûriyê jî pabendbûna xwe bi xalên rêkeftina agirbestê ragihandibû. 

Ji dawiya meha Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsyayê êrîşî gundewarê Hema û Idlibê dikin û li gor amaran heta niha bi sedan kes hatine kuştin û zêdetir ji 300 hezar kes koçber bûne.

Li gor lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê di civîna Astana 6 de û di çarçova rêkeftina “Kêmkirina aloziyan” li Sûriyê, artêşa Tirkiyê 12 xalên çavdêriyê li parêzgeha Idlibê ava kirin.  

 

S. B