Trump: Berî 10 deqîqeyan min êrîşa ser Îranê ragirt
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerikayê Donald Trump ragihand, ku duhî şev biryar bû Amerika êrîşî 3 deveran li Îranê bike, lê 10 deqîqeyan berî wê, Wî biryara ragirtinê da.
Serokê Amerikayê di twittekê de nivîsî, ku di destpêkê de Wî biryara êrîşê pejirandiye, lê 10 deqîqeyan berî pêkanîna êrîşê dîsa Wî bi xwe biryara ragirtina wê gihandiye.
Trump dibêje: êrîş dê liser 3 deveran li Îranê bû ya. Çek jî hatin barkirin. Min ji generalek xwe pirsî: Dê çend kes bimirin? General bersîv da û got: 150 kes! Min jî biryara ragirtina êrîşê da.
Rojnameya New York Times diyar kiribû, ku Trump biryara êrîşê li ser Îranê da bû, lê demek kurt berî êrîşê ragirtina wê ragihandiye. Ligor rojnameyê Amerika wekî armanc. Hin binkeyên mûşekî û radaran li Îranê da bû pêşya xwe.
C.B