Diyardeya Peyvwergirtin di Kurdî de

Kurd24

Diyardeya peyvwergirtinê diyardeyeke zimanî, asayî ye di piraniya zimanan de heye, her wiha di zimanê Kurdî de jî ew rû dide û diqewime. Ew diyarde girêdayî ye bi birin û wergirtina peyvan ji zimanekî bo zimanekî din yan ji zaravayekê bo zaravayekê din di bin bandora çendîn hokeran de mîna nebûna bêjeyên beramber (lexical gaps), hokera siyasî, zanistî, olî, dîrokî, xaknîgarî û civakî jî .

Peyvwergirtin çavkaniyeke girîng e ji bo guhertin û pêşketina zimên, her wiha ji bo çêkirina peyvên nû.

Piraniya zimanan peyvbir in, wate ji zimanên din birine. Peyvên her zimanekî yan resen in yan jî ne resen in, ango wergirtî ne ji zimanên din. Zimanê Inglîzî wek mînak zimanekî bi giranî zimanekî peyvbir e ji 20, 000 peyvên hevbeş di nav wî û di zimanên Ewropî de dora ji penc sê (3/5 ) peyv wergirtî ne ji zimanên Skandnavî, Firansî, Latînî, Yûnanî, her wiha, hindik peyv ji Ispanî, Erebî, Almanî, û Îtalî birine li gor bandora talan û zincîra bûyerên dîrokî, her wisa li gor pêşketina şaristanî û zanistî di serdema rênêsansê di Ewropa de.

Jî aliyekî din ve, gelek zimanan peyvên nû yên teknîkî û teknolocî ji zimanê Inglîzî wergirtine.

Peyvên wergirtî yan bi şêwayekî yekser ji zimanekî bo zimanekî din hatine veguhastin ango ew wek xwe mane ketine zimanê din yan jî bi şêwayekî ne yekser ; peyvên wergirtî di riya zimanekî din ketine zimanê sêyem bo nimûne hin peyvên bi erebî wek " algebra" / الجبر / alcohol /الكحول / , cipher /الصفر /" di rêka zimanê ispanî ketine zimanê Inglîzî û zimanên Ewropî.

 

Her wiha, peyvên wergirtî yên ne yekser di riya wergerandina herfî ji kok û rayeka peyvan ji zimanekî bo zimanekî din û li gor rêzikên zimanê nû tên sazkirin ; ew wergerandina herfî di zimanzanî de jêre tê gotin " calque ", bo nimûne peyva " computer " peyvek bi koka xwe ji Latînî ketiye Inglîzî, lê li gor gramarê Inglîzî saz bûye û xuya dikî peyvek nû ya Inglîzî ye.

Herwiha, peyva "peymangeh" ne yekser ji peyva Erebî "معهد " hatiye ; ew bi wergerandina koka peyva Erebî bo Kurdî û pê re çêkirina peyvek nû li gor rêzimanê Kurdî saz bûye.

Zimanê Kurdî jî mîna zimanê Inglîzî bi hezaran peyv ji zimanên din birine û daniyê ji serdema Mediyan de û heta niha. Bo nimûne, piştî rûxandina împeretoriya Medya gelek peyvên rêvebirî û leşkerî ketin zimanê Farisî her çend berê bi hezaran peyvên hevbeş hene ji ber ku herdu ziman ji zimanên Îranî ne.

Wekî din, bi hezaran peyvên Kurdî di Tirkî de jî hene, mîna pencere, gerek, fereh( ferah), firtene  fırtına ) ,qoriq / qorik(koruk), dûrbîn,..û hwd.

Vêca zimanê Kurdî wek gelek zimanên cîhanê bi saya diyardeya peyvwergirtinê li ser xwe mayî ye û pêş dikeve, her wiha karî û dikare çendîn peyvên nû yên berê tune bûn û tune ne biafranda û biafrîne di riya kalkê (calque) de yan jî di riya peyvwergirtina rasterast ji zaravên xwe yan jî ji zimanên din mîna gelek peyvên cur bi cur : olî, zanistî, teknolocî ; hinek ji serdema berê û kevn de ketine zimanê Kurdî û cihên xwe girtine li gor morfo-fonolociya dengsazî û gewriya Kurdî û hinek jî di serdema cîhangerî û globalîzimê ketine zimanê Kurdî.

Li dawiyê, her çend zimanê Inglîzî ji hezar salî û virde bi hezaran peyvên wergirtî ji zimanên têvel li xwe girtine, nexasim, ji Yûnanî û Latînî, bi zimanê Inglîzî tenê di serdema rênêsansê (1476- 1640 ) de 55 hezar pirtûk hatine çapkirin. Lewra, pirsgirêka zimanê Kurdî ne peyvwergirtine e, berûvajî wê ew diyardeyeke erênî ye ji ber ku zimanê Kurdî li ser xwe hêştiye û pêş xistiye.

Lê belê, pirsgirêka zimanê Kurdî nebûna deselatek û statuyek serbixwe da ku hemû Kurd li xwe bigirta û bigire di riya komlegeh û peymangehên zimanê Kurdî yên girêdayî zanîngehan ji bo sazkirina peyvên nû yên berê tune bûn, her wiha ji bo gihandina zimanê Kurdî bi asta zimanên dewrûber û cîhanê.