Erdogan: Trump dizane, ku Tirkiye neçar ma S400an bikire

Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, Trump dizane, çawa Tirkiye neçar ma, ku sîstemên S-400 bikire

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, Trump dizane, çawa Tirkiye neçar ma, ku sîstemên S-400 bikire û da zanîn, ew bawer e, dê mijara S-400an di çarçoveya hevpariya stratejîk de çareser bikin.

Serokomarê Tirkiyê ji bo beşdariya Lûtkeya G-20 çû Japonê û bo rojnameyeke Japonê da xuyakirin, bawer e ku, hevdîtina bi Trump re aloziya di navbera her du welatan de çareser bike û hevkariya aliyan bihêztir bike û da zanîn, dibe ku Trump meha bê serdana Tirkiyê bike.

Da xuyakirin, meha bê beşa yekem a sîstemên S-400 radestî wan bên kirin û derbarê mijarê de bi Amerîkayê re jî, danustandinên wan berdewam dikin. Da zanîn, Tirkiye ji bo projeya F-35an 1.25 milyar dolar pare dan e, nabe dorpêçî li ser Tirkiyê bên danîn.

Erdogan got, Tirkiye hevbeşek çalak a NATOyê ye, lê di dema niha de, nikare pêwendiyên xwe bi NATOyê re sînordar bigre, ji ber vê bi welatên ciran re danustandinan dike û da zanîn, ji bo ewlekariya xwe çi pêwîst bibîn in, dê bikin.

 

 

 

C.B