“Hollanda piştevan e dadgeha navdewletî li Rojava bê avakirin”

Rêveberiya Xweser ragihand, Wezîrê Derve yê yê Hollandayê piştevaniya xwe ji bo avakirina dadgeheke navdewletî ji bo çekdarên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê nîşan da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser ragihand, Wezîrê Derve yê yê Hollandayê piştevaniya xwe ji bo avakirina dadgeheke navdewletî ji bo çekdarên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê nîşan da.

Hevseroka Komîta Pêşwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Emel Dade ragihand, Wezîrê Derve yê Hollandayê nameyek ji wan re şandiye û tê de tekezî li ser piştevaniya Amsterdamê ji bo avakirina dadgeheke navdewletî ji çekdarên DAIŞê li Bakurê Rojhilata Sûriyê re nîşan daye.

Herwiha Emel Dade daye zanîn, wan gelek sozên navdewletî derbarê alîkariya Rêveberiya Xweser di warê dubare avakirin, hevkariyê û xizmetguzariyê de wergirtine û bi taybet ji aliyê welatê Siwêdê ve.

Bi hezaran çekdarên DAIŞê di zîndanên Rêveberiya Xweser de hene û demek e berpirên Rêveberiya Xweser daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî dikin, lê Fransa li ser zarê Wezîra Dadê ya Fransayê Nicole Belloubet pêşniyaza avakirina dadgeheke navdewletî ji bo dadgehkirina çekdarên DAIŞê yên biyanî li Iraqê dike.

 

S. B