HSD ji rojhilatê Girê Sipî vedikişe

Di çarçova rêkeftina herêma ewle de, karwanê sêyemîn yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji rojhilatê bajarokê Girê Sipî vekişiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçova rêkeftina herêma ewle de, karwanê sêyemîn yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji rojhilatê bajarokê Girê Sipî vekişiya.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser belav kir, HSD û YPGê tunelên xwe yên berevaniyê yên berî demekê kolandibûn hilweşandin û sêyem karwanê ji 3 gundên rojhilatê bajarokê Girê Sipî vekişand.

Ji aliyê xwe ve, serkirdê di Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî Xelîl Xelefo ragihand, ew li gor lihevhatinên Amerîka û Tirkiyê kar dikin û encûmena wan dê valahiya ku HSD û YPG li pişt xwe dihêle dagire.

Li gor rêkeftina Amerîkî – Tirkî derbarê avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê de, hêzên HSD û YPGê 5 ta 14 K.M ji sînorê Tirkiyê dûr dikeve û çekê wan dê bi 20 K.M dûrî sînor bin.

 

S. B