Rêveberiya Xweser rêkeftina Amerîkî – Tirkî bicih dike

Hevserokê Nivîsgeha Berevaniyê a Rêveberiya Xweser Zêdan El Asî îro di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçova qonaxa yekem a rêkeftina Amerîkî – Tirkî de wan dest bi cibicîkirina xalên wê rêkeftinê kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Nivîsgeha Berevaniyê a Rêveberiya Xweser Zêdan El Asî îro di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçova qonaxa yekem a rêkeftina Amerîkî – Tirkî de wan dest bi cibicîkirina xalên wê rêkeftinê kirine.

Al Asî da zanîn, şervanên YPG û HSDê bi çekên xwe ji navçeyên sînorî yên Serê Kaniyê vekişayane û xalên sînorî ji bo hêzên navxweyî hatine radestkirin.

Amaje bi wê yekê jî kir, li bajarokê Girê Sipî jî wan heman gav avêtine û hêzên YPG û HSDê ji navçeyên sînorî hatine kişandin.

Hevserokê Nivîsgeha Berevaniyê a Rêveberiya Xweser tekez kir, ewê pabendî xalên rêkeftina Amerîkî – Tirkî bibin û ew rijd in jî bi welatên cîran re tevahiya pirsgirêkan bi riya danûstandinan çareser bikin.

Ev demekê de ye, îro karwanê sêyemîn a hêzên HSD û YPGê ji 3 gundên rojhilatê Girê Sipî vekişiyabûn.

Roja 7ê Tebaxê Amerîka û Tirkiyê li ser hejmarek ji xalan lihev kiribûn, li gor qonaxa yeke dê HSD û YPGê bi çekê xwe ji navçeya di navbera Serê Kaniyê û Girê Sipî bi kûrahiya 5 ta 14 K.M vekişe.

 

S. B