Prof. Dr. Sambûr: Stratejiya Tirkiye kontrolkirina rojavayê Kurdistanê ye

Pisporê pêwendiyên navdewletî Prof. Dr. Bilal Sambûr diyarkir, ku armanca sereke ya Tirkiye girêdayî rojavayê Kurdistanê kontrolkirina herêmê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Pisporê pêwendiyên navdewletî Prof. Dr. Bilal Sambûr diyarkir, ku armanca sereke ya Tirkiye girêdayî rojavayê Kurdistanê kontrolkirina herêmê ye.

Prof. Dr. Sambûr ji K24 re anî ziman, ku Tirkiye behsa Rêkeftina Minbicê û mijûlkirinê ji alî Amerika ve dike, lê giringiya rojavayê Kurdistanê/rojhilatê Firatê ji Tirkiye gelek girîngtir e. Mijara Minbicê ji Tirkiye re taktîkî, lê rojavayê Kurdistanê armancek stratejîk e. Tirkiye di encama Rêkeftina Herêma Ewle de ligel Amerika dibêje, ku çi biryar hatibe dayîn divê were cîh.

Tirkiye naxwaze Kurdên rojava ne di warê serbazî, ne di warê diplomasî de serbikevin. Dixwazin pêwendiyên Kurdên rojavayê Kurdistanê ligel cîhanê nebin. Pirsa Kurdistanê nebe pirsek navneteweyî. Herweha Tirkiye naxwaze proseya li başûrê Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê dûbare bibe…