Serokwezîr pêşwaziya şandek bilind a serbazî ya Amerika kir

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî digel şandek bilind a leşkerî ya Amerîka bi serokatiya General Paul LaCamera - Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Mesrûr Barzanî radighîne, ew sedemên ku bûn e, eger a serîhildana DAIŞê hîn man e.

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî digel şandek bilind a leşkerî ya Amerîka bi serokatiya General Paul LaCamera - Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê civiya.

Di civînê de, danûstandin di derbarê rewşa asayişa Iraqê û navçeyê  de hat kirin. General  LaCamera amaje bi giringiya hemahengiya di navbeyna Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqî de kir, ji bo rûbirûbûn a liv û tevgera şaneyên DAIŞê ku niha li gelek navçeyên Iraqê metirsî ne û li pêşiya vegera awareyan ji bo navçeyên xwe, rêgir in.

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê pesnê alîkariyên Hevpeymanan û bi taybetî Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de, da.

Eşkere jî kir, sedemên serîhildana DAIŞê hîn man e. Jiber wê yekê jî, dibînin ku li gelek navçeyan DAIŞê dest bi karê terorî kiriye û liser xelkê wan navçeyan bûye gef. Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê got jî, aramîbûn a asayişê li Iraqê bandorek erênî liser asayişa navçeyê bi giştî dibe.

 

 

C.B