Erdogan: Emê milyonek penaber li “Herêma ewle” bicih bikin

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, armanca wan ji pêkanîna herêma ewle, bicihkirina nêzîkî yek milyon Sûrî li wê herêmê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, armanca wan ji pêkanîna herêma ewle, bicihkirina nêzîkî yek milyon Sûrî li wê herêmê ye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro li Enqerê ragihand, di hefteya dawî ya meha Îlonê de ewê bi Amerîka re dest bi cibicîkirina rêkeftina herêma ewle bikin.

Erdogan got, dê gelek baş be ew bi Amerîka re herêma ewle pêk bînin, lê ew bi tena xwe jî dikarin wê gave bavêjin.

Serokomarê Tirkiyê diyar kir jî, herêma ewle dê bi dirêjahiya 450 K.M be û ew plan dikin nêzîkî yek milyon penaberên Sûrî yên  li Tirkiyê ne li wê herêmê bicih bikin.

Roja 7ê Tebaxê Amerîka û Tirkiyê li ser hejmarek ji xalan lihev kiribûn, ji wan jî Navnedeke Operasyonên Hevbeş bo hevahengî û avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê pêk bînin.

Aliyên Kurdî ENKS û HSD li ser vê projeya Tirkiye her dem helwêsta xwe diyar kirine, ku ew li dij bicihkirina penaberên Sûriye li herêma ewle ne. Herweha garantiya navdewletî jî ji bo herêma ewle dikin.

Ji aliyekî din ve, Erdogan derbarê panebarên Sûrî yên li Tirkiyê de got jî: Heger Yekîtiya Ewropa alîkariyên pêwîst pêşkêşî Tirkiyê neke, ewê deriyê koberiya ber bi Ewropayê ve li pêş penaberan veke.

Li Tirkiyê zêdetir ji 3 milyon penaberên Sûrî hene û beşek ji wan, ji bo Cerablus, Azez û Efrînê hatin vegerandin.

 

S. B