HSD satirên axê yên li nêzîkî sînor Tirkiyê radike

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî gereke hevbeş li navçeyê kir û dest bi rakirina komên axê yên nêzîkî sînorê Tirkiyê Sipî kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî gereke hevbeş li navçeyê kir û dest bi rakirina komên axê yên nêzîkî sînorê Tirkiyê Sipî kirin.

Rewaneha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di çarçova bicihkirina rêkeftina “herêma ewle” de, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Encûmena Leşkerî ya Girê Spî gereke çavdêriyê li ser sînorê Tirkiyê encam da û dest bi rakirina satire axê yên li gundê Heşîşe (30 K.M rojhilatê Girê Sipî) kirin.

Rewangehê da zanîn jî, roja 4ê vê mehê jî li gundewarê Serê Kaniyê jî 4 zirîpoşên Amerîkî û 3 otombîlên Encûmena Leşkerî ya Serê Kaniyê gereke hevbeş li gundên Mixtele, Xirbit El Benat, Til Xenzîr û Mebrûka encam dabûn.

Ev gera hevbeş di demekê de tê, di çarçova bicihkirina rêkeftina “herêma ewle” de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPD) û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) hêz û çekên xwe ji navçeya sînorî bidûr xistine.

Li gor rêkeftina Amerîkî – Tirkî derbarê avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê de, hêzên HSD û YPGê 5 ta 14 K.M ji sînorê Tirkiyê dûr dikeve û çekê wan dê bi 20 K.M dûrî sînor bin.

 

S. B