Ji 25 welatan 56 hunermend destûbendên xwe bo jîngehê badan
K24- Stenbol
Ji ber pîsbûna jîngehê her sal bi hezaran giyanewar bi mirinê re rû bi rû dimînin. Ji 25 welatan 56 hunermend, ji bo balê bikêşînin ser vê mijarê dest û bendê xwe badan û bi xebatên xwe yên hunerî xemsar û xembariya însanan li beramberî xweza û giyaneweran nîşan dan. Berhemên hunerî yên bo parastina jiyana giyaneweran hatine amadekirin, li Stenbolê di pêşangeheke nawdewletî de tên nîşandan.
Di binê behrekê de li nav çenteyeke plastîk, masiyek difetise xuya dike, du noqvanan bi awayeke hessasî ew ji mirinê xelas dikin, piştre masî di ava şîn de jiyana xwe berdewam dike.
Ev dîmeneke nimûne bû ku bandora pîsbûna jîngehê ya li ser giyanewaran nîşan dide. Ev jî dibe mijareke sereke ya pêşangeheke navdewletî ya hunerî ku li Stenbolê bi rê ve diçe.
Gemarên li ser xwezayê ku ji ber xemsariya însanan pêk tê, di tabloyan de wek helandina jiyana her giyanewaran tê destnîşankirin û di ser tabloyan re mirina xwezayan wek mirina însanan tê nîşandan.
Aylîn Ozturk (hemwelatî) dibêje: Ev mijara bo pêşangeheke hunerî hatiye hilbijartin gelek baş bûye. Çimkî meseleya paqijiya jîngehê û parastina xwezayê derdê hemû dinyayê ye. Di gelek berhemên vir de xemsarî û xembarî her du di nav de hatine hûnandin.
Ji 25 welatan 56 hunermend bi xebatên xwe yên hunerî yên ciyawaz beşdarî vê aktîvîteya kultirî dibin.
Bi sedan berhemên hunerî di pêşangehê de tên pêşkêşkirin.
Yildirim Denizli (Hunermend), got: Ez bi xwe jî hunermend im û li Almanyayê dijîm. Berhemên li vir min dîtin, diyar e bi awayeke baldarî û bi hurgilî hatine amadekirin. Mijarên guhertina demsalan, pîsbûna jîngehê di berhemên vir de piçek bi reng û şêwazeke ciyawaz bihata bikaranîn hîn baştir dibû.
Çalakiya bi navê "Bîenala Stenbol" ji hêla Weqfa Huner û Çand a Stenbolê ve her du salan carekê tê lidarxistin heta 10ê Mijdarê ve dê vekirî b