Trump: Dest ji Kurdan bernadin!

Serokê Amerikayê Donald Trump, di twittek nû ya weşandî de tîne ziman, ku vekşandina hêzên wan ji Sûriye nayê wateya dest ji berdan a Kurdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerikayê Donald Trump, di twittek nû ya weşandî de tîne ziman, ku vekşandina hêzên wan ji Sûriye nayê wateya dest ji berdan a Kurdan.

Di twitta xwe de Trump dinivîse:

“Dibe ku em bi rê de ne, ku ji Sûriye vedikişin, lê tu caran em pişt nadin  Kurdan, ên ku mirovên taybet û têkoşerên rêzgirtinê ne. Di heman demê de, pêwendiyên me ligel Tirkiye, ku endamek NATO ye û danûstandinên me yên aborî yên gelek baş hene. Tirkiye xwedî hejmarek mezin a hevwelatiyên Kurd jî, heye…”

Ev tiwîta Trump di demekê de ye, pêş koşka Sipî aşkera kiribû, Amerîka dê hêzên xwe ji bakurê Sûriyê vekişînin û di van nêzîkan de Tirkiye dê operasyoneke leşkerî encam dide.

Artêşa Tirkiyê jî hêzeke mezin li ser sinorê bi Rojavayê Kurdistanê re kom dike û bi nîyaz e êriş bike.

 

 

C. B