Erdogan hevdîtina bi Cîgirê Trump re red dike

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, ew bi Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence re nacive, ew tenê amade ye bi Serokê Amerîka re bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, ew bi Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence re nacive, ew tenê amade ye bi Serokê Amerîka re bicive.

Ji ber êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê ve, Serokê Amerîka Donald Trump biryar daye şandekê bi serokatiya bi Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence bişîne Tirkiyê, ji bo navbênkariyê di navbera Tirkiye û HSDê de bike.

Lê îro Erdogan di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ew tenê amade ye bi Serokê Amerîka re bicive û hevdîtinê bi wê şanda Amerîkî re nake.

Erdogan di kombûna heftane ya partiya xwe de şertê rawestandina operasyonê eşkere kir û xwest YPG ji rojavayê Kurdistanê vekişe. Eger na operasyona wan ranaweste.

Erdogan tekez kir jî, wî di derbarê operasyonê de çi soz nedaye çi kesekî, lê wan welatên pêwendîdar agahdar kirine.

Herwiha got, PKK û YPG bûne endamê NATOyê û welatên Ewropayê li şûna ku alîkariya Tirkiyê bikin, alîkariya PKK û YPGê dikin.

 

S. B