HSDê amara 24 demjimêrên bûrî yên êrîşên Tirkiyê ragihand

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, di êrîşên artêşa Tirkiyê yên 24 demjimêrên bûrî de, 16 şervanên wan canê xwe jidest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, di êrîşên artêşa Tirkiyê  yên 24 demjimêrên bûrî de, 16 şervanên wan canê xwe jidest dane.

Navenda Ragihandinê ya HSDê amarên şerê 24 demjimêrên bûrî di daxuyaniyekê de belav kir û ragihand, tevî pabendbûna wan bi rêkeftina agirbestê, lê artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve bi berdewamî êrîş dikin.

Da zanîn jî, Artêşa dewleta Tirkiyê gundên Serêkaniyê bombebaran kirin û li rexê jî gelek hêz û amadekariyên leşkerî anîn herêmên agirbestê.

Amaje bi wê kir, di derdora gundên Hebeş û Şikêriyê û cihên din çekdarên mîlîşyayan û artêşa dewleta Tirkiyê hewl dan êrîşên xalên HSDê bikin. HSDê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan da û şer derket.

Aşkere kir jî, di encama êrîşên artêşa Tirkiyê de, 16 şervanên HSDê canê xwe jidest dan û 3 şervan jî birînar bûn.

Ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve li ser Rojavayê Kurdistanê û li gor amarên MSDê ragIhand, 235 welatIyên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 300 hezar kesî jî koçber û derbider bûne.

 

S. B