Mîlîşyaya “Sultan Murad” 2 welatiyên sivîl li Serê Kaniyê dikuje

Mîlîşyaya “Sultan Murad” a bi artêşa Tirkiyê re êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê dike, 2 welatiyên sivîl li bajarê Serê Kaniyê şehîd kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mîlîşyaya “Sultan Murad” a bi artêşa Tirkiyê re êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê dike, 2 welatiyên sivîl li bajarê Serê Kaniyê şehîd kirin.

Li gor wêneyên hatine belavkirin, termê 2 kesên sivîl li nêzîkî otombîlekê ketine û ji aliyê çekdarên mîlîşyaya “Sultan Murad” ve hatine kuştin.

Wek di wêneyan de diyar dibe, ew çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê bê guhdana bi xwîna mirovan, wêne ligel termên her du sivîlan girtine.

Çekdarekî ser rûyê xwe bi wêneyekê peçiniye û li ser nivîsiye: “Sultan Murad – Ketîbeya Seqir Îslam”

Pêştir mîlîşyayên ser bi artêşa Tirkiyê li ser riya Qamişlo Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşeroj Hevrîn Xelef û hejmarek ji welatiyên sivîl şehîd kiribûn, piştre jî karvedanên gelek bihêz li ser asta cîhanê li dû xwe anîn.

Netewên Yekgirtî di raportekê de derbarê helwesta xwe ji êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand, hêzên ser bi Tirkiyê ve welatiyên sivîl dikujin û tawanên cengê dikin, ji ber wê jî Enqerê bi tundî berpirsyar dibe.

Herwiha Rêxistina Navneteweyî ya Lêborînê (Amnetsy International) diyar kir, Artêşa Tirkiye û mîlîşyayên bi ser Tirkiye ve gelek sivîl li Rojavayê Kurdistanê kuştine û  tewanên şer encam dane.

Ev yek di demekê de ye, roja 17ê vê mehê rêkeftina agirbestê hatibû ragihandin, lê HSD radigihîne, ta niha artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve bi agirbestê pabend nebûne û bi berdewamî êrîş dikin.

 

 

S. B