HSD: Ti şervanekî me di Serê Kaniyê de nema

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ew di çarçova rêkeftina demkî ya agirbestê de ji Serê Kaniyê vekişiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ew di çarçova rêkeftina demkî ya agirbestê de ji Serê Kaniyê vekişiyan.

Peyvdarê fermî yê HSDê Gabriyêl Kîno di daxuyaniyekê de ragihand, ew di çarçova rêkeftina demkî ya agirbestê de ji Serê Kaniyê vekişiyane û ti şervanekî wan di bajarê Serê Kaniyê de nemaye.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê belav kir, di çarçova rêkeftina bi Amerîka, ew ji nêzîk ve vekişîna hêzên HSDê dişopînin.

Herwiha da zanîn, îro 55 otombîl derbasî nava Serê Kaniyê bûn û karwanek ji 86 otombîlan jê derket û ber bi Til Temirê ve çûn.

Li gor rêkeftina agirbestê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de hatiye îmzekirin, agirbesteke demkî bo heyama 120 rojan hat ragihandin û divê di vê çarçovê de HSDê hêzên xwe 32 K.M ji sînorê Tirkiyê dûr bike.

Her îro jî, piştî vekişîna hêzên HSDê, artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve derbasî bajarê Serê Kaniyê bûn û kontrol kirin.

 

S. B