Trump: Kesê cihê Bexdadî bigre jî, hate kuştin

Serokê Amerîka kuştina wî kesê, ku dê ji bo xelîfeyê DAÎŞê bihata destnîşankirin ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka kuştina wî kesê, ku dê ji bo xelîfeyê DAÎŞê bihata destnîşankirin ragihand.

Serokê Amerîka Donald Trump, liser rûpela xwe ya tora civakî ya Twîtterê nivîsandiye, ew niha ji wê yekê piştrast bûn e, ku kesê jimare yek, ku dê li cihê Ebûbekir Bexdadî wek Xelîfeyê DAÎŞê bihata destnîşankirin, hatiye kuştin. Bê ku nasnameya wî û tu hûrguliyekî liser kesatiya wî kesî, eşkere bike.

Piştî kuştina Xelîfeyê DAÎŞê, di êrîşeke hêzên Taybet ên Amerîka de li parêzgeha Îdlib a Sûriyê, behsa wê yekê dihat kirin ku Ebdullah Kardaş, ku bi navê Ebû Omer El-Tirkmenî dihat naskirin, dê cihê Bexdadî bigre.

 

 

C.B