Rûsya: Divê zeviyên petrolê di kontrola rejîma Şamê de bin

Şanderê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê ragihand, divê zeviyên petrolê, di bin destê hikumeta Sûriyê de bin

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê  ragihand, divê zeviyên petrolê, di bin destê hikumeta Sûriyê de bin.

Alêksender Lavrêntîev ragihand, ew hêvî dikin YPG pabendî rêkeftinê bibe û tevayiya hêzên xwe, di dem a destnîşan kirî de, ji navçeyên sînorî vekşîne.

Got jî, rêkeftin di navbeyna Tirkiye û Rûsyayê de hatiye kirin. Wate garantî jî, hatine dan. Jiber vê yekê jî, ew li bendê ne, ku ew rêkeftin cîbicî bibe.

Lavrêntîev tekez jî kir, ku divê tevayiya  zeviyên petrolê di destê hikumeta Sûriyê de bin û rêya çarekirina pirsgirêkê ew e.

 

 

C.B