Erdogan: Trump sozan dide bicîh nake, Putin dide û bicîh tîne

Receb Tayyib Erdogan aniye ziman, ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin gava biryarek dide, yekser bicîh tine, lê Trump sozên xwe bicîh nayîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor rojnameya Turkiye ya nêzîkî desthilata Enqere, di civîna xwe ligel birêvebirên Partiya xwe AK Partî  de Serokomar Receb Tayyib Erdogan aniye ziman, ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin gava biryarek dide, yekser bicîh tine, lê Trump sozên xwe bicîh nayîne.

Di heman civînê de Erdogan gotiye, ku ew nameya Trump ji bo wî rêkirî û tê de gotinên dijwar hemberê Serokomarê Tirkiye bikar anî, dê deyne ser mêza Trump!

Serokomarê Tirkiye herweha diyar kiriye, ji bo pêkanîna “herêma ewle” û bicîhkirina penaberên Sûri, di destê yekem de, dê li alîkariya Yekîtiya Ewrûpa bigerin, lê ger alîkarî wernegirin, dê di navbeyna GirêSpî û Serêkaniyê de, ew bi xwe dê deverekê ava bikin û penaberan li wir bicîh bikin.

 

 

C.B