Şer û pevçûnên dijwar li Serê Kaniyê û Til Temirê derdikevin

Di encama tundiya şerê li gundewarê Serê Kaniyê û Til Temirê de, 9 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin û 6 şervanên HSDê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama tundiya şerê li gundewarê Serê Kaniyê û Til Temirê de, 9 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin û 6 şervanên HSDê canê xwe jidest dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar bi êrîşên xwe li ser gundewarê Serê Kaniyê û Til Temirê de berdewam in û şer û pevçûnên tund li wê navçeyê rû didin.

Rewangehê belav kir jî, di encama şer de, 9 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin û 6 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe jidest dan û ji her du aliyan hejmarek birîndar bûne.

Herwiha da zanîn jî, ji danê berbangê ve mîlîşyayên çekdar bi top û Hawinan xaniyên sivîlan li gundê Dawidiyê û Hiwêş ên ser bi Til Temirê ve didin ber topan.

Tevî rêkeftina agirbestê ji aliyê Serokê Rûsyê Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li bajarê Soçî hatiye îmzekirin, lê mîlîşyayên ser bi Tirkiyê bi berdewamî êrîş dikin, HSD jî dibêje, di çarçoveya berevaniya rewa de, ew berevaniyê lixwe dikin.

 

S. B