Mahabad 1941-1946, Qamişlo 2011-2019

Kurd24

Gelo dê dîrok li me dubare bibe?

Dîroka me Kurdan ya van hezar salên dawî, bêhtir ji peywendiyên me yên bi Ereban re, bi Selçukî/Osmanî/Turkan re û bi Safevî/Farisan/Îranê re pêktê.

Eger em Bizansiyan, Makedoniyan û Xaçparêzan (Salebiyan) ji rûpelê dîrokê re bihêlin, Ji destpêka sedsala bîstan vir de jî dewletên Anglo-Sakson (Ingilîz û DYA/USA) û Rusya di herikandina mêjuya Kurdî de bandoreke xwe biryarder hebûye û îro jî berdewam e.

Piştî têkiliyên me yê bi Islamê re di sedsala 7. de, dîroka me ya siyasî de salên 1071 Melazgir (peywendiya Kurdan û Selçukiyan), 1514 Çaldiran (Kurd-Osmanî-Selçukî) û 1639 Kasr-i Şîrîn (Kurd-Safevî-Osmanî) di dîroka Kurd û Kurdistanê de bûyerên girîng in.

Qirna 17. de, demê xelkê Kurd derbasê pêvejoya bîreweriya neteweyî-niştîmanî bû, welatê me Kurdistan li nabeyna du Imparatoriyan hatibû parve kirin, ji aliyê bakur ber bi başur ve ji Çemê Aras  heta Kermanşah, Kasr-I Şîrîn.

Sala 1923-26an bi Peymana Lozan (1923) û Lihevkirina Ankara (1926), netewa Kurd û welatê me Kurdistan ji aliyê pergala (sistema) cîhanî (Cemiya Miletan) ve li nav çar dewletên netewî hat parvekirin.

Bi vê yekê bo me Kurdan “paşerojekî reş” û gelekî zahmet hat  diyarkirin.

Turkan, Farisan, Ereban û hêzên zilhêz vî “kefenî “ bi ser me re kirin. Laşekî çar parçeyi, li çar kefenên curbecur lefandî!

Ev sedsal in, em carna li vî parçeyî, li wî alî; li kûderê derfet dikeve ber me, em li dijî vî “kefenê” koledariyê serhildidin bo azadiyê û serxwebûnê.

Krîz û karesatên navdewletî, wekî Şerê Cîhanî I. û II. û piştî rûxandina Bloka Sosyalist û belavbûna Yekitiya Sovyetê (1989) û pêvejoya “buhara Erebî” (2010), derfet ji neteweyên bindest re jî peyda dibe. Di van deman de neteweyên bindest jî hewl didin, bigihîn armancên xwe.

Kurdan demên piştî Şerê Cîhanî I. û II. nekarîbû armancâ xwe ya siyasî bi destbînin, azad bibin, dewleta xwe damezirînin.

Demê Şerê I. bi Peymana Sevrê, deriyekî hinekî li ber Kurdan hat vekirin. Lê di Lozanê de, ne tenê derî li me hat girtin, qulikên ku çuriskên (tîşkên) ronahiyê tê re li me de jî hatin asêkirin.

Demê Şerê II. me kanî 11 mehan bi îlankirina „Komara Kurdistanê“ li bajarê Mahabadê şad bibî. Lê piştî 11 mehan careka din jiyanê li me reş û tarî kirin.

Dîrok, mamostayê herî girîng e, arşîva şaşî û rastiyan e, kuwara qehran û dilşadiyê ye, şahidê xiyanetê û egîdiyê ye. Dîrok ji bo jê hînbûnê, zanînê û dershildanê heye. Xelkên dîroka xwe nizanibin, wekî puşê li ber bayê ne. Her ba û bahoza ku bê, wê dide ber xwe û vî alî ve, wî alî ve davêje. 

Me divê dîrokê qenc bizanin. Ji bo desteya pêşeng a siyasî û ramyarî ya neteweyekî zanîna dîrokî (historical consciousness) girîng e. Stratejiyên siyasî û civakî yên rast li ser bingehê zanyariya dîrokî dikare were ava kirin. Ji ber ku ti bûyer ji nîşka ve naqewime. Her qewimandin eveliyata xwe heye. Eger mirov baş li bûyeran, li helwestê hêz û dewletan bikole, dibîne ku têkilî bi helwestên wan ên dîrokê de heye.

Emê li vê derê mînaka siyaseta Turkiyê bidin ku li vê hêrîşa dawî ser Serê Kaniyê û Tel Ebyedê pêkaniye. Turkiyê, çi kir?

Berî hêrîşê ji Erebên “ixwanî” bin navê “Artêşa Neteweyî ya Suriyê” de hêzêkî leşkerî  durist kir. Li Çiyayê Kurmênc û Cereblusê jî heman karî pêk anîbû.

Vêca ev karê ku Turkiye kir, cureyekî ji “Alayên Hemidiyê” ye, ku demê Sultan Hemîd de hatibû damezirandin li nav Kurdan û Ereban û Turkmenan/Rumeliyan. Sultan Abdulhemîd unwana “Paşatiyê” li wan serkêşan belav dikir. Îro jî ev tişt pêktê. Wê demê siyaseta Osmaniyan û Ittihat-Terakîyê “tedip, tehcîr, tenkîl” bû. Îro jî siyaseta Turkiyê li dijî Kurdan “Terbiye kirin, koçber kirin û tune kirin” e.

Di siyaseta Turkan de di eslê xwe de tiştekî neguheriye. Evên demê Împaratoriyê, li serê wan fes hebû, li ber wan jî xeftan; evên îro jî caket û pantol qatlik li ber wan e û kravat di ûstiyê wan de ye.

Mejiyê li qafê wan; ew mejiyê li binê fesê jî, yê li binê pore wan ê şehkirî jî yek e.

Armanca wan, wekî di çîrokekî gelêrî ya Turkan de derbas dibe: “Kurd bila diya xwe nebîne”! ye. Yanî, Kurd bila roja xweş nebîne, çi dibe bila bibe, ye.

Vê nivîsa xwe, daku dirêj nebe emê li vê derê navber bidinê.

Nivîsa me ya bê de emê rewşa Şerê Cîhanî II, bigrin dest.

Li Rojhilatê welatê me di sala 1941a de “Artêşa Sor” ya Yekitiya Sovyetê ji aliyê Bakur ve daket heta Rezayiyê, Meyanduabê û Ingilîz jî ji aliyê başur ve ketin deverê petrolê Xuzistanê û hatin heta Kermanşah cîbûn, ji wê derê çavdêriya deverên Saqiz û Bokan heta Sulêmaniyê dikirin.

Li nabeyna Bokan û Meyanduabê li Mahabadê, di dîroka me ya siyasî nêzîk de dewleta me ya yekemîn “Komara Kurdistanê” hat damezirandin.

Lê piştî hevdîtina Yalta, kefenê Komara me jî hat fesilandin. Sêdare ket para me!

Nuha 73 sal paşê, li rojavayê welatê me digel hemî kurt û kêmasî  (û zikêşiyên xwe yên bo Kurdan), “Rêvebiriyekî xweser” heye ku ji aliyê beşekî ji Kurdan ve tê rêvebirin.

Nuha jî Turkiye, Îran-Suriye li ser sere me ne. hinekan çekên xwe xistine singe me, hinekan lingê xwe dane ser sere me, hinek jî ketine mejiyê me, me şaş û metal kirine.

Û dewletên zilhêz, vê care ne Artêşa Sor a Yekitiya Sovyet, Artêşa Rusya ya di destê Putin de li wê derê ye. Û ji Anglo-Saksonan jî ne Ingilîz, DYA bi hevpeymanên xwe yên din re li wan deran in. Rojekî derdikevin, roja din vedigerin. Kêm kes dizanin li wan dera çi leyistik tê leyistin!

Îca dê vê care li rojavayê welatê me çi bi sere me were?

Em vê mijarê jî bihêlin ji hefteya bê re.

26.11.2019