Li Efrînê Hovbarîn e?!

Kurd24

Wek tê zanîn dîroka tirkan dîrokeke xwînî ye, bêhna kuştin û talanê, bêhna hovîtîyeke bê hempa jê hildikele, ji dema ku di sedsala çardehan de ku li deverê peyda bûn û ta roja îro, her bi hizir û ramana zêdebarîyê û çav li mal û milkê hevsêyan berdewam e, û ji wê rojê û ta roja îro destdirêjî û hewilên daqurtandina cugrafiya deverê jî berdewam e, û bi darê zorê û bi hemû dek û dolaban û dûr ji hemû biha û rewiştên mirovî, tirkan li ser pişta gelên hersê dewleta xwe avakirin,  û bi dirindeyî û xwînrijeyeke bê hempa komkujî û bobelat bi serê gelên hevsê de encam dane û rojên reş bi serê welatiyên wan welatan de anîne.

Gelên ku ketin bin destên tirkan û ji ber ku bi riftarên zordarî û stemkarîyê ew jêrbarê desthilata wan bûn, giha wê astê ku ew riftar û tawan bi awayekî dirindane hatibûn encamdan, û ji ber ew yek neyên jibîrkirin û ji bo nevî û pêşîneyan re bimîne, ew tawan û bi çend peyvan anîn ziman û ew peyv bûn pênase û bûn pend di çanda wan gelan de, ji ber ku pend û şîret ji ezmûnan û serpêhatiyan hatiye ristin û dibe beşekî girîng ji çanda wî gelî û tucarî nayê ji bîrkirin.

Di vir de dixwazim çend pendên ku gelên jêrabarên tirkan di derbarên kirayên wan de gotin e, ezê bînim ziman:

Pendek Bulgarî wiha tirk dide nasîn, dibêje:``Tirko pêle ku kir, giya li wê şûnê şîn nabe``.

-``Rûdêmên şeytên gelek in, yek jê rûdêmê tirko ye``. Pendeke Aşûrî

-``Mirîşk ne ji firindeya ye, û tirk ne ji ademîzade ye`` Pendek Okranî

-``Eger kesê tirk kesî nebîne bikuje, bavê xwe dikuje``. Pendeke Ermanî

-``Gengî Keleşêr (dîk) hêk kirin, wê demê tirke bibe mirov``. Pendeke Romanî

-``Mêvanê ku bê vexwendin were, tekez ew tirk e``. Pendeke Rûsî

Di folklora Kurdî de jî, zordarî û tawanên tirkan reng vedane, ew jî di strana Gênc Osman ku bi dengê hunermend Bavê Selah hatiye tomarkirin, tê de hatiye:`` Pişta xwe nedin tirkan, tirk zosrdar û bêbextin`` herwiha :``Tirk marê kaşa ye, eger li tîrêja royê bi mirov dade, mirov nagihêje sîberê, û eger li sîber bi mirov dade, mirov ji sîberê naye der``.

Ne tenê gelan nasîna xwe wek pend li ser tirkan anîne ziman, lê belê ta rewşenbîrên cihanî jî, nerîna xwe di vê derbarê de anîn e ziman, mînak nivîskarê û romanivîsê navdarê Ferensî, Fîktor Hogo dibêje:``Tirk di vir re derbasbûn, lewira her der wêran e``.

Ev pêşgehek bû derbarê karvedanên gelan li hember hovîtî û dirindeyî ya tirkan bû.

Tirk ev ezmûna xwe ya dagirtî û dewlemend ji dirinde û hovîtiyeke bê hempa, Roavayê Kurdistanê bi taybet Herêma Efrînê û herwiha navçeyên Girê Spî û Serê Kanîyê jî bûne, armanca têrên kîndariya tirkan û milîsên erebên îslamiyên radîkalên Sûrî, bi kiryarên hovîtî, zordarî û dirindeyî bi ser gelê me li Efrîna birîndar û xemgîn de dibarînin. Ev  hovîtî û dirindeyî nêzîkî li du salan dike, û her kiryar û riftarên xwînî ji kuştin, dizîn, talankirin, revandin,wêrankirina şûnwarên dîrokî û hilkirin û birîna darên zeytûn berdewam e, bi kurtî qirkirina gele me ye, guhertina demugrafiya Herêma Efrînê ye, tawaneke hemû aliyên jiyanê li xwe digre, cihê mixabinî yê ye ku, ev yek li pêşberî çavên cîhana lîbral û civaka navdewletî tê encamdan!

Gelo ev zordarî û stemkariya li Herêma Efrînê tê kirin bi destê milîsên îslamî yên Sûrî û bi serperştiya dewleta tirka dagîrker wê kengî û çawa bi dawî be, civaka navdewletî û cîhana lîbral xwe kor û ker kirin e, û ya ji kerkirinê xirabtir ew e ku, tevî qîrîn û hawara êş û jana Efrînê, dîsan jî ker û kor man e.

Zanayê navdar Albêrt Ayniştayn dibêje:`` Du tişt hene bê sînûr in, boşahîya ezmên û debengîya mirov``. Ez rêpêdanê ji zana Ayniştayn dixwazim û ez di wê baweriyê de me ku, Ayniştayn tiştekî din gelek xirab û wêranker heye ne aniye ziman, ew jî, kîn, zordarî û stemkariya tirkaye, ji ber ku ew jî bê sînûr e!?