Divê Kurd Deng Nedin Qayûmên PKK/HDP-Hikûmetê û Partiyên Dewletê

Kurd24

Ji bona hilbijartina herêmî 30 roj maye. Loma jî qada siyasetê gelek germ e.

Di navbeyna siyasetmedaran, partiyên siyasî de şerekî dijwar heye.

Dema ku tu telewîzyonan temaşe dikî, serok û berpirsiyarên partiyan guhdar dikî, tu dîmenekî şerê germ dibînî. Şerekî mayîn û nemayînê hatiyê holê.

Hilbijartina herêmî, ev car di şertên cûda de pêk tê.

Hilbijartina herêmî ya bihûrî di şertên sîstema hikûmeta parlamenterî de hatibûn li darxistin. Ev hilbijartina di rojevê de, di sîstema hikûmeta swerokkomarî de tê li darxistin.

Di hilbijarina herêmî ya bihûrî de hemû partiyên siyasî bi serê xwe ketin hilbijartinê û gorî hêza xwe encam girtin.

Di vê hilbijartinê de partiyên siyasî bi tifaqan dikevin hilbijartina herêmî.

Partiyênb siyasî, nûha bi du tifaqên mezin dikevin hilbijartinê. Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Milet dikevin hilbijartina herêmî.

Tifaqa Cûmhûr, tifaqa desthilatdar û hikûmetê e. Ji aliyê Ak Partiyeê û MHPê de hatiye ava kirin.

Tifaqa Milet, tifaqa mixalefetê ye. Ji aliyê CHP û Partiya Baş de hatiye ava kirin. Ji aliyê Partiya Saadetê û HDPê de jî piştgirî tê kirin.

Hîç şik tune ye ku di dengdanê de gelek pîvan û parametre bandor li ser hilbijartina herêmî jî çê dike.

Di dewleta Tirk de du Milet hene. Ew jî, miletê kurd û Tirk e. Kurd û kurdbûn jî di hilbijartinê de parametreyeke gelek girîng e.

Bi taybetî jî piştî salên 1946an ku sîstema pirpartitî ava bûdengên kurdan girîng bûn. Lewra beriya wê kurd hiç ji aliyê siyasî tiştek nedihatin hesibandin.

Lê di hilbijartina 1950yî de “Partiya Demokrat” di hilbijartinê de piraniya dengan ji Kurdistanê girt û li Tirkiyeyê bû hikûmet.

Kurdan dengên xwe zêdetir dan partiyêm mûhafazakâr, nîv-lîberal, îslamî.

Dema li ceribandina rastiya hilbijarinên li Tirkiyeyê were mêze kirin, gelek aşkere ev rastiya derdikeve holê. Ji derveyî beşek biçûk xwendevanên Kurd ku di bin bandora Kemalîzmê de bûn, bes deng didan CHPê.

Piraniya kurdan, ji bona ku CHPê  li Kurdistanê qetlîam kiribû, serok û kurdperwerên Kurdistanê bi hezaran kûştibû û darvekiribû, deng nedidan CHPê.

Di vê hilbijartina herêmî de jî dengên kurdan girîng in.

Di vê merheleyê de li ser dengên kurdan bandora du partiyan heye:  AK Partî û PKK/HDPê ye.

AK Partî, li dijî terora PKKê derdikeve, deng dixwaze. Dibêje li Tirkiyeyê pirsgirêka pêşerojê heye.

Lê gelek aşkere ye ku piştî ku bi MHPê re tifaq kir li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê helwesteke dijminî wergirt. Ji mafên miletê kurd re rêz nagre.

Bi taybetî jî di van rojên dawî de li hemberî Kurdistanê şer vekiriye. Loma jî divê kurd dengên xwe nedin Ak Partiyê û Tifaqa Cûmhûr.

Hîç şik tune ye ku divê kurd deng nedin Tifaqa Milet jî. Lewra ew jî nîjadperest, dijminên kurdan, parazvanên dagirkeriya Kurdistanê ne.

PKK/HDPê ji bona ku piştgiriya Tifaqa Milet dike divê kurd deng nedin PKK/HDPê jî.

PKK/HDP, ji bona hilbijartina herêmî slogana bi kar tîne, “li hemberî qayûman deng bidin xwe”.

Ev siyaset û slogana riyakarî û derewbûna wan derdixe holê.

Lewra PKK/HDP bi şerê xendekan şaredariyê di bin desthilatdariya wan de bûn, bi darbeyeke leşkerî teslîmî qayûman kir.

Lê çend sedemên din yên  mezin û girîng hene divê kurd deng nedin PKK/HDPê. Yek sedema teknîkî ye. Yek sedem jî, sedemeke gelek stratejîk e.

Sedema teknîkî, PKK/HDP, eleqeya wê şaredarî û bajarvaniyê re tune ye. Avakar nîne. Tahripkar e. Bi şerê xendekan bajarên Kurdistanê texrîb kir.

Sedenma stratejîk ya yekemîn: PKK/HDP deng ji kurdan digre lê ne partiyeke kurd e. Li dijî dewleta Kurdistanê û Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê şer dike. Li dijî referabndûma serxwebûna Kurdistanê derket. Li Rojavayê Kurdistanê ji Rejîma Baasê re taşeronî dike û dibe sedem ku dîktatoriya Baasê li ser kurdan bi xurtî bimeşe.

Sedema stratejîk ya duyemîn: qayûmên hikûmetê li dijî îradeya miletê kurd darbeyek e. Lê d. heman dem de şerê xendekan jî ku li bajarên ku miletê kurd deng dabû PKK/HDPê pêk hatin jî li dijî îradeya miletê kurd darbeyeke mezintiır e.

Şerê Xendekan bû sedem ku beşek şaredariyên Kurdistanê teslîmî qayûman bibin.

Gelo piştî ev xirabiya xwe PKK/HDP bi çiı rûyî deng ji kurdan dixwaze?

Divê miletê kurd ji îradeya xwe re xwedî derkeve: Deng nede hıkûmet-dewletê jî, nede PKK/HDPê jî.

Gelo kurdperwer û rewşenbîrên kurd li hemberî qayûman, PKK/HDP tercîh dikin?

Ew helwesta tarîbûna aqil e.

Amed, 01. 03. 2019