Vegera Emerîkayê û Rojavayê Kurdistanê û PYDê

Kurd24

Kurd bes di nav dewleteke dagirker û kolonyalîst de jiyana xwe nedomînin. Kurdistan bi destên dewletên kolonyalîst hatiye parçe kirin. Kurd, li çar dewletên dagirker û li çar parçeyên Kurdistanê jiyana xwe didomînin. Loma jî dema ku li beşeke/parçeyeke Kurdistanê bûyerek xweş xweş pêk tê û pêşketineke pozîtîf dibe, hemû kurd kêfxweş dibin.

Di van salên dawî de li Başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûna Kurdistanê û encama wê hemû kurd kêfxweş kir. Hezar mixabin dema ku Kerkuk û gelek deverên din yên Kurdistanê hatin îşgal kirin. Hemû kurd xemgîn bûn.

Dema ku Emerîkayê biryar da ku ji Suriyeyê derkeve û biçe, mirov li qewimandinan mêze dike, diyar dibe ku ev biryara ji bona kurdan bûyerek û biryarek taybet e. Ji her kesî zêdetir kurdan eleqeder dike. Di hemandem de bes kurdên Rojavayê Kurdistanê ne, hemû beşên Kurdistanê û hemû kurdên li dintyyayê eleqeder dike.

Hemû kurd di wê baweriyê de ne ku piştî ku Emerîka ji Sûriyeyê derkeve, tiştên gelek xirab dê bên serê kurdan. Wek li Mehabadê, wek di sala 1975an de di Otonomiya Kurdistanê, di sala di sala 2017an de li Kerkukê xerabiyên hatine serê kurdan, dê dîsa bên rojevê.

Loma divê em li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û şaşiyên hatine kirin, bi taybetî jî li ser rewşa PKK/PYDê ya ku li serê kurdan belayê mezin vekiriye û vedike rawestin.

Dîsa tê zanîn ku Rojavayê Kurdistanê welatê kurdan e, lê nûha  dibin metîngehkariya Dewleta Sûriyeyê de ye. Loma jî wek her parçeyeke Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê jî qewimandin di çerçewa Dewleta Sûriyeyê de  dibe. Loma jî dema ku li Sûriyeyê serhildana siwîl dest pê kir, raste rast serhildanan bandor û enerjiya xwe  dan Rojavayê Kurdistanê jî. Pêşketin û qewimandinên li Rojavayê Kurdistanê bi wateyeke stratejîk di şertên Dewleta Sûriyeyê de şikil û naverok qezenç kir.

Di nivîsa xwe ya hefteyê bihûrî de piştî ku Emerîka ji Suriyeyê derkeve, dê çi denklem, pozîsyon, qewimandinên bên rojevê min analîz kiribû. Lê ji bona ku rewş û qewimandinên li Rojavayê Kurdistanê baş bê fahm girin divê panorama Sûriyeyê bi awayekî giştî bê diyar kirin.

BI GIŞTÎ PANORAMAYA SÛRIYEYÊ…

Dema ku “Bihara Ereb” derket holê û li gelek welatên ereban serhildanên siwîl çêbûn. Encama van serhildanan hikûmet û desthilatdariyên siyasî hatin guhertin. Baweriyek wusa çêbû ku “Bihara Ereb” dê dom bike, li welat û dewletên eereban rejîmê otorîter û totalîter dê bên guhertin, li wan welat û dewletan demokrasiyê dê ava bibe.

Lê piştî demekê bi taybetî jî piştî ku li Misirê derbaya leşkerî çêbû, di derbarê “Bihara Ereb” de di analîz û nerînan de guhertin çê bûn û di derbarê “Bihara Ereb” de guman hatin rojevê.

Lê dîsa jî “Bihara Ereb” bandor û tesîr li ser derdora xwe çêkir. Li Sûriyeyê dîktatoriyeke 50 salî jiyana xwe didomand. Gelek xwezayî bû ku li Suriyeyê serhildanên ereban u kurdan bên rojevê. Di sala 2011an di meha Adarê de li Sûriyeyê li bajarê Deraayê serhildana siwîl pêk hat. Li gelek bajarên Sûriyeyên belav bûn. Li Kurdistanê jî xwepêşandan hatin li dar xistin.

Serhildaran wê demê maf û azadîyên aborî, civakî, jiyanî dixwestin.

Lê Rejîm û Dîktatoriya Baasê ji bona pêşiya vê bigre, bi leztir bi awayekî leşkerî çû ser serhildana gel. Wê demê mixalefet jî mecbûr bû ku çek bi kar bîne. Piştî demekê di nav leşkeran û buroksiya dewletê de beşbûn û serhildan çêbû.

Rejîma Baasê ji bona piştgiriya kurdan bistîne, ji bona kurdan guhertinên biçûk anî rojevê. Lê kurd bi wan guhertinan razî nebûn.

Wê demê di navbeyna rejîm û mixalefetê de şerê çekdarî fireh bû. Ew şera, piştî demekê veguheste “Şerê Hundir.”

Hemû dinya û şirovekarên siyasî di wê baweriyê de bûn ku rejîm û dîktatoriya Baasê dê di demeke kurt de bê rûxandin, rejîmeke demokratîk, parlamenter, pirpartîtî dê ava bibe.

Helbet ji bona vê midaxeleyeke wek li Lîbyayê dihat payîn. Ji aliyê Emerîka û hevpeymanên wê ve, ev yeka nebû. Temena Rejîma Baasê dirêj bû.

Rejîma Baasê demekê li hemberî mixalefetê gelek paşve ket û gelek bajar û bajerok wenda kir. DAEŞê herêmeke mezin îşgal kir. Di wê qonaxê de Suriyeyê gazî Îranê û pişt re jî gazî Rusyayê kir. Hatina wan temenê Rejîma Baasê dirêj kir. Rejîm, li hemberı mixalefetê pêş ket, gelek bajar û bajarok ji nûve xist bin desthilatdariya xwe.

PKK/PYD li hemberî mixalefetê ereban û mixalefeta milî ya Kurdistanê, ji bona Rejîma Suriyeyê şer kir. Ew jî, ji bona rejîmê bû alikariyeke mezin.

Pişt re gelek dewletan midaxeleyî Suriyeyê kir. Bi taybetî Tirkiyeyê gelek deverên Sûriyeyê û bajarê Kurdistanê Efrîn îşgal kir.

Qonaxa em tê re derbas dibin rejîma Baasê xurttir e. Piştî vegera Emerîkayê derfetên hîn mezin dê bikevin destê Sûriyeyê. Lewra di vê merheleyê de PKK/PYDê dê dîsa vegere hêlîna xwe. Ew deverên Sûriyeyê yên bi piştgiriya Emerîkayê bandor daniyê ser û desthilatdar bûye, dê teslîmî rejîmê bike.  Ji bona Rojavayê Kurdistanê jî rejîm dê bê pozîsyona berê.

PİŞTÎ SERHİLDANÊN LI SÛRIYEYÊ NEXŞERÊYA TEVGERA MİLÎ YA ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ…

Rêxistinên Rojavayê Kurdistanê, gorî qerektera xwe ya milî, li hemberî rejîmê helwest nîşan dan. Wek tê zanîn li hemberî Rejîma Sûriyeyê beriya 2011an ku serhildanan dest pê kir, kurd mixelefeteke rêxistinîkirî bû.

Loma jî dema ku li Sûriyeyê li Deraayê serthildana siwîl çê bû, rêxistinên Kurdistanê pozîtîf pêşwazî kirin, ji serhildanê re piştgirî kirin. Ji bona piştgiriyê di destpêkê li Qamişliyê û pişt re jî li gelek bajerokên din yên Kurdistanê bi xwepêşandanan piştgiriya serhildanan hatin kirin. Li dijî rejîma helwest nîşan dan û pozîsyona xwe diyar kirin.

Wê demê PKK/PYD li dijî van xwepêşandanan bûn û dixwestin ku xwepêşandanên li Kurdistanê proweke bikin, ji mecreya rewa û demokratîk derxin. Lê ji bona ku nexurt û nêhezeke mezin bû, nedikarî di ev plana xwe de serkeftî be.

Rêxistinên Kurdistanê di despêkê de di xwepêşandanan de mafên milî û guhertina desthilatdariya li Kurdistanê ya erebî ji holê rabe re daxwazkar bûn.

Lê rêxistinên Kurdistanê di statuya Kurdistanê ya nû de li hevdu nedikirin. Heta dema ku di destpêka avakirina ENKSê de jî di derbarê statuya Kurdistanê de lihevkirineke mişterek tune bû, li Rojavayê Kurdistanê armancek û stratejîyeke hevbeş nedihat parastin.

Piştî avakirina ENKSê demekê rêxistinên Kurdistanê, girêdayî helwesta mixalefetê ku armanca xwe ya siyasî “guhertina rejîmê û avakirina rejîmeke demokrat” diyar kir, di derbarê statuya Kurdistanê bû xwediyê helwesteke hev beş. Ji bona Dewleteke Federal ya Sûriyeyê û Dewleta Federe ya Rojavayê Kurdistanê armancek diyar kirin, gor wê armancê xebatên xwe meşandin. Pêwendiyên xwe bi rêxistinên Kurdistanê û dewletan re pêk anîn

Rêxistinên Kurdistanê 2 mijarên esasî re gotin erê.

Yekemîn mijar, divê rejîm bê guhertin. Lê vê guhertinê kurd bi tenê nikarin pêk bînin. Mixalefeta erebe vê yekê dikare pêk bîne. Divê ew jî bi mixalefeta ereban re di nav tifaqê de bin.

Mijara duyemîn, dema Rejîma Sûriyeyê hat guhertin mitlaqa kurdên bigihîjin mafên xwe yên milî. Ji bona ku li Kurdistanê texrîbat nebe, divê kurd çek negrin dest xwe.

Hezar mixabin mixalefeta milî ya kurd rûberû yê plan û zûlma Rejîma Sûriyeyê û PKK/PYDê bû. Kontrol ji destên rêxistinên Kurdistanê derket.  

ÎFLASA SIYASET Û STRATEJIYA PKK/PYDê YA ÇEKDAR Û PÊVAJOYA PÊWENDIYÊN PKK/PYD’Ê...

PKK, piştî ku bi Rejîma Baasê re pêwendî çêkir (Piştî salên 80yî) û gor stratejiya wan tevgeriya. Li dijî rêxistinên Kurdistanê, serok û endam û berpirsiyarên partiyan dijitiyeke pir xirab meşand. Ji bona tafiyekirine rêxistinên Kurdistanê bi rejîma Baasê kar kir. Loma rêxistin û serok û berpirsiyarên rêxistinên Kurdistanê xwest ku bêrûmet bike. Loma ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi îzina Rejîma Sûriyeyê li derûdoran û li çiyayên Bakûrê Kurdistanê bi awayekî kîtlewî da kûştin.

Her çiqas di Sibata sala 1999an de Ocalan ji Sûriyeyê derket hat Tirkiyeyê jî, pêwendiyên PKKê û Sûriyeyê domand. Sûriye, di sala 2003an de PYD ava kir. Dema navê wê analîz bibe, bi hêsanî tê dîtin ku di navê wê de “Kurd” û “Kurdistan” tune ye. Lewra wek partiyeke Sûriyeyê hat ava kirin.

Li Sûriyeyê dema ku  di sala 2011an de serhildanên siwîl hatin li dar xistin, PKK/PYD stratejiya xwe, gorî ku Rejîma Baasê nayê rûxandin tespît kir. Gor wê li mixalefetê û li tevgera milî ya Rojavayê Kurdistanê mêze kir.

Rejîma Baasê, dema ku dît kurdan nikare bike hêza xwe, wê demê stratejiyeke nû meşand. Ji bona ku Rojavayê Kurdistanê bigre bin kontrolê û bi mixalefeta giştî ya ereb re yekîtî çê nebe, PYDê çekdar kir û desthiladariya xwe ya leşkerî bi PKK/PYDê re parve kir.

PKK/PYDê li Kurdistanê û li Helebê wezîfeya xwe gelek baş anî cî. Li Kurdistanê sîstemeke zûlmê û dîktatoriyeke tarî û tirsê ava kir.

Rejîma Suriyeyê piştî ku Rûsya û Îran gazî kir, PKK/PYD bi sê dewletan re xebat kir, xizmetî sê dewletan kir.

Di hemandem de xwest ku bi dewleta Tirk re jî pêwendiyên xwe pêk bîne. Ji bona vê gelek caran Selah Muslum hat Tirkiyeyê. Ji bona ku eleqe xwe ya PKKê neqetandin ku nedikarî biqetîne, eleqeya wan çê nebû.

Di sala 2015an de ji bona PKK/PYD derfeteke nû derket. Ew jî ew bû ku Emerîka li leşkeran digerî ku bi DAEŞê şer bikin, li Reqayê û li Dêre Zıor” operasyona pêk bînin. Wê demê Emerıka bi PKK/PYDê re danûstandin kir. Bi her awayî jê re alîkarî kir. PKK/PYD ji Rejîmna Sûriyeyê û Îran û Rûsyayê durket. Ew, ji bona wan darebeyek bû. Lê wan her demê xwest ku PKK/PYD ji nûve bikin ximetkarên xwe. Lê Emerîka ji bona mezintir dewlet bû û PKKê jî dixest ji bona xwe hukumdariyekê ava bike, bi awayekî heanedaneke Apoîst ava bike, bi Emerîkayê re danûstandin domand.

Lê ev siyaset û stratejiya PKK/PYD li Efrînê darbeyeke mezin xwar. Di hemandem de PKK/PYD bû sedem ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk de bê dagir kirin.

Di van rojên dawî de biryara Emerîkayê ji bona PKK/PYD bû hem darebeyeke mezin û hem jî bû îflasa siyaseta wan.

PKK/PYD nûha jî dixwaze ku jinûve bikeve bin xizmeta Rejîma Sûriyeyê li hemberî êriş û operasyona Dewleta Tirk.

Dema vê yekê dike, ji Rejîma Suriyeyê re dibêje were axa xwe biparêze. Dixwaze Rejîma Baasê  li Rojavayê Kurdistanê bandor xurttir bike.

Di encamê de rewş û statuya Suriyeyê vedigere beriya 2011an.

PKK/PYD DÊ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BIKE QADA ŞERÊ DEWLETAN…

PKK/PYD bi ev siyasseta xwe dixwaze Rojavayê Kurdistanê bike qada şerê Dewletan. Dewleta Tirk û Sûriye û Rûsya û Îranê.

Ew dixwaze ji vê siyasetê sûd werbigre. Dê werbigre jî. Lewra ji bona PKK/PYD azadiya neteweya kurd û rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ne girıng e.

Hîç şik tuıne ye ku ev siyaseta wan dê zerara bide neteweya kurd û Kurdistanê.

JI BONA KURDAN YA RASTTİR EW E KU PKK/PYD DEV JI ÇEK BERDE….

PKK/PYDê, bi destên Suriyeyê, li hemberî kurdan, ji bona ku neteweya kurd negihîje armanca xwe ya çarenivîsiye, ji armancê dûr bikeve, Tevger û Rêxistinên Kurdistanê tasfiye bike, hat ava kirin. Loma jî berjewendiya neteweya kurd û Kurdistanê napêrêzê. Ji bona neteweya kurd û Kurdistanê xeteriyên mezin jî qewimandin.

Suriye, ji bona ku PKK/PYDê ji wê xiyanetî kir, naxwaza ku PKK/PYD statuya xwe ya heyî bidomîne.

Dewleta Suriyeyê û Ereb PKK ji bona ku bi alîkariya Emerîkayê gelek bajar û bajerokên wan îşgal kir û li wan deveran desthilatdar bû, PKK/PYDê naxwazin ku wek rêxistin bidome. Tasfiyekirina wan dê bixwaze.

PKK/PYD, ji bona ku li dijî mixalefeta ereb şer kir û piştgiriya Rejîma Baasê kir, ji aliyê wan de jî dijmin tê qebûl kirin.

Dewleta Tirk, PKK/PYD dijmin qebûl dike. Loma Efrîn îşgal kir. Nûha jî ji bona ku Rojavayê Kurdistanê îşgal bike, amadekariyê dike.

Vegera Emerîkayê ji bona operasyona Dewleta Tirk, ji bona mixalefete, ji bona Suriyeyê derfetên nû derxistin holê ku PKK/PYD tafiye bikin. Bi tasfiyekirina PKK/PYDê, dê di hemandem de zerar bidin Rojavayê Kurdistanê.

Loma ji bona berjewendiya kurdan divê PKK/PYD dev ji çek berde.

Amed, 30. 12. 2018