Serdana Serok Barzanî ya Bexdayê li Iraq a Federal qonexeke nû terîf dike

Kurd24

Serok Barzanî, en dawî di sala 2016an de beriya referandûma serxwebûna Kurdistanê serdana serekbajarê Dewleta Federal a Iraqê ya Bexdayê kir. Ew serdana wî jî gelek girîng û stratejîk bû. Lewra di navbeyna Dewleta Federe ya Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê pirsgirêkên gelek mezin hebûn. Hikûmetê li ser navê federalîzmê wek dewleta ûnîter ereb tevdigeriya. Ji bona ku ev pirsgirêkên stratejîk çareser bibin, Serok Barzanî wek serokdewleta federe seredaniya Bexdayê kiribû. Hezar mixabin ew serdaniya serok Barzanî ji pirsgirêkan re nebû çare û derman. Hikûmeta Navendî sozên dan neanîn cî.

Piştî ev serdana serok Barzanî ya Bexdayê, Serok Barzanî, desthilatdariya Kurdistanê, beşek partiyên Kurdistanê ji bona ku wekî din çare neman, biryar dan ku referandûma serxwebûna Kurdistanê li dar bixin. Ev biryara di Hezîrana 2017an de dan. Di Îlona 2017an de jî referanduma serxwebûna Kurdistanê hat li darxistin.

Kurdistanî di referandûmê de ji mafên xwe yên milî re bi xasasiyet xwedî derketin, çarenivîsiya xwe di çarçeweya dewleta serbixwe de diyar kirin. Ji %93 kurdistaniyan ji serxwebûna Kurdistanê û dewletbûna Kurdistanê “erê” got.

Hezar mixabin piştî ev biryara Kurdistaniyan, êrişa dewletên kolonyalîst dest pê kir. Ji bona ku encama referanbdûmê û dewleta federal ji holê rakin dest bi tîfaq û planan kirin.

Encama êriş û planên kolonyalîsta Kerkuk hat îşgal kirin. Kolonyalîstan xwestin ku Dewleta Federe ya Kurdistanê jî holê rakin. Loma jî li Pirdê, Shêlê, Mahmûdiyê û gelek deverên din yên Kurdistanê pêşmergeyan bi dîrektîfa Serok Barzanî, welatê me Kurdistan parastin û hêzên kolonyalîst têk çûn.

Ev qewimandinan bûn sedem ku navbeyna Serok Barzanî û Hikûmeta Navendî ya Ereban gelek xerab bû.

Loma jî Serok Barzanî neçû Baxdayê.

Piştî van qewimandina cera yekem di 23.11.2018an de çû serdana Baxdayê.

Serok Bazranî di serdana xwe de bi gelek terefên ereb û turkmen û kurdan re danûstandin kir.

Di çarçoveya serdanê de Serok Barzanî, roja pêncşemê, li gel serokwezîrê Iraq Adil Ebdilmehdî, serokê Perlemana Iraqê Mihemed Helbûsî, serokê rêxistina Bedir Hadî Amirî û emîndarê Partiya El-Deiwe Nûrî Malikî civiya.

Serok Barzanî roja înê jî, li gel serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî, serokê Bereya Tirkumanî ya Iraqê Erşed Salihî, serokê Şepêla El-Hikme Emmar El-Hekîm, serokê Bereya Diyaloga Niştimanî û Salih Mutleg û rêberê Şepêla El-Sedir û Hevpeymaniya Sairûn Muqteda Sedir civiya.

Ev danûstandinên firewan jî, girîngîbûn û stratejîkbûn û krîtîkbûn û dîrokbûn a serdana Serok Barzanî diyar dike.

SEROK BARZANÎ LI BEXDAYÊ WEK SEROKDEWLETA KURDISTANÊ HAT PÊŞWAZÎ KIRIN: Serok Barzanî li Bexdayê wek serokdewlet hat pêşwazî kirin. Vê pêşwazî diyar kir ku Serok Barzanî li Iraqê çiqas xwediyê giraniyeke mezin e. Jê re rêz tê girtin û jê tê hez  kirin ku dê ji hemû Iraqê re jî bibe alîkar û xetimandinên heyî dê veke.

Vê pêşwaziyê hemû kurdên çar parçeyan gelek kêfxweş û serbilind kir. Kurdan careke din dîtin ku serokekî wan yê xwezayî, xurt, demokrat, gelparêz heye. Ne bes kurd ereb, tirkmen, kêmneteweyên din jî, ji wî re rêzgirtî ne.

ÇAPEMENIYA DINYAYÊ GIRÎNGÎ DA SERDANA SEROK BARZANÎ: Dema ku Serokê Kurdistanê gihîşte Bexdayê û heta beriya wê, çapemeniya dinyayê giringiyeke mezin dan serdana Serok Barzanî. Ji bona serok Barzanî, pêwendiyan kurd û ereban gelek şiroveyên girîng hatin nivîsandin. Gelek berpirsiyar, serok, hikûmetên rojava piştgiriya xwe ya vê serdanê re nîşan dan, ku ew seredana dê bibe sebeb ku gelek pirsgirêkên heyî çareser bibin.

Bi taybetî jî Emerîkayê ji Serok Barzanî û serdana wî re piştgirî nîşan dan. Gotin ku ev serdana Serok Barzanî ya Bexdayê, “di pêwendiya kurd û ereban de dê bibe qonexeke nû.”

Ez jî di wê baweriyê de me.

ÇAPEMENIYA DEWLETA TIRK SERDANA SEROK BAZRANÎ BÊDENG DERBAS KIR: Çapemeniya dewleta tirk, derveyî wek nûçeyên kurt, zêde li ser serdana Serok Barzanî nesekinîn.

Lê li dij jî şirove û nuçe nehatin belav kirin.

Divê em qebûl bikin, ku nûha Hikûmeta Tirk, li hemberî Serok Barzanî û Dewleta Federe ya Kurdistanê bêdeng in. Lê di bin re jî dixwaze ku bi desthilatdariya Başûrê Kurdistanê re jî pêwendiyên xwe pêş bixe. Loma serokwezîr Neçîrvan Barzanî vexwend û berpirsên partiya wan bi şandekê çûn seredaniya Başûrê Kurdistanê.

PKK, JI BONA KU IRAQÊ SEROK BARZANÎ HEPIS NEKIRIYE GELEK ECIZ BÛ: Çapemeniya PKKê giringî neda serdana Serok Barzanî. Lê dema ku di derbarê Serdana Serok Bazranî de jî axivî û nivîsand, li dij nivîsand.

PKK Iraq rexne kir ku li Iraqê hiqûq tune ye. Lewra gor PKKê heger li Iraqê hiqûq hebûya, divê Serok Barzanî hepis bikira. Tînê bîra Iraqê ku piştî referandûmê Iraqê di derbarê Serok Barzanî de biryara girtinê daye.

Ev helwesta PKKê dijminên kurd nikarin nîşan bidin. PKKê wek xulamên dijminên kurd wê cesaretê di xwe de dibîne, ku dibêje divê Serok Barzanî hepis bibe.

SERDANA BARZANÎ GELEK QRÎTÎK E. HEGER JI BONA ÇARESWERIYA PİRSGİRÊKÊN STRATEJÎK HÊVÎ TUNE BÛYA SEROK BARZANÎ SERDANA BEXDAYÊ NEDIKIR: Piştî ku Kerkuk hat îşgal kirin, gelek zehmet bû, ku Serok Barzanî bi berpirsiyarên ereb re rû be rû bibe. Lewra berpirsiyarên ereb, desthilatdariya dewleta federal xesip kirin. Li kurdan xiyanet kirin. Dewleta Federal bêwate xistin. Dewlet wek dewleteke milî ya ereban gerandin. Lewra di dewleta federal, dewleta hemû neteweya ye. Di hamendem de di dewleta federal de netew xwediyê maf in ku veqetin û dewleta xwe ava bikin. Kurdan, ji bona dewleta xwe ava bikin, biryar riyeke gelek demokratîk û bi referandûmê dan. Hezar mixabin siyasetvan û berpirsiyarên ereb li dij derketin. Bi hêzên biyanî ve êrişî Dewleta Federe Ya Kurdistanê kirin. Kerkuk û gelek deverên Kurdistanê îşgal kirin.

Loma jî çûna Serok Barzanî Baxdayê wek bêîmkan bû. Lê diyar e, ku ji bona çareserkirina mijar û pirsgirêkên stratejîk, hikûmeta nû amade ye. Loma jî Serok Bazranî biryar da, ku biçe Baxdayê.

Rastî dema çû pêşwaziya, ku li wî hat kirin, diyar dike ku berpirsiyarên ereb jî hewcedarî wî ne, bi awayekî ji bona çareseriyan amade xuya dikin.

SEROK BARZANÎ DI ŞERTÊN NEGATÎF Û POZÎTÎV DE SERDANA BEXDAYÊ KIR. EW ŞERÎKÊ HIKÛMETÊ YE: Divê bê zanîn ku Serok Barzanî him şertên negatîf û him jî di şertên pozîtîf de serdana Bexdayê kir.

Şertên negatif ya diyar: Kerkuk û gelek deverên din yê Kurdistanê di bin îşgala hêzên biyanî yê îranî de ne. Hikûmeta Navendî xerabiyên gelek mezin yên leşkerî, civakî, aborî pêk anîn. Zûlmeke mezin li kurdan kirin.

Li cem van şertên negatîf şertên pozîtîf hene û zêdetir in:

1-Serok Barzanî û partiya wî di hilbijartina Iraq û Kurdistanê de bû partiya yekemîn.

2-Serok Barzanî şerê Pirdê, Shêlê, Mahmûdiyê qezenç kir.

3-Hikûmeteke nû heye. Dixwaze ku pirsgirêkan çareser bike.

4-Di heman dem de kurd û bi taybetî PDKê şerîkê hikûmetê ne.

DI SERDANA SEROK BARZANÎ YA BEXDAYÊ DE CEAREK DIN DERKET HOLÊ, KU EW SEROKEKÎ XURT Û LI IRAQA FEDERAL AKTOREKÎ ESAS E: Hemu şert û bi taybetî jî di serdana Serok Barzanî de tablo û dîmenê derketî holê, diyar dik ku Serok Barzanî, li Iraqê aktorekî sereke yê milî û navneteweyî ye.

Loma jî ew nerînên ku dihat gotin ku “Serok Barzanî piştî îşgala Kerkukê ji qeda siyasetê hat qels kirin. Ev nerîna rast derneket. Serok Barzanî ji berê xûrt di qeda siyasetê de ye. 

Bes kurd ne û ereb jî hewcedarî wî ne. Ew jî xwediyê esaleteke wusa ye, ku bê kibir bi awayekî gelek mutewazî wezîfeya xwe tîne cî.

SERDANA BARZANÎ DI PÊWENDIYA DEWLETA FEDERE Û FEDERAL DE QONEXEKE NÛ YE Ü JI BO EREBAN Û DEWLETA FEDERAL DERFETA DAWİYÊ YE: Serdana Barzanî, ez di wê baweriyê de ku dê di pêwendiya kurdan û ereban de û di domandina dewleta federal de qonexeke nû û dawî be.

Heger terefa ereb bi mesûliyet tevnegere, gorî pîvanên dewleta federal tevnegere, di navbeyna kurdan û ereban de wekhevî nayê domandin, piştî vê yekê jiyana kurdan bi ereban bêderfet dibe.

Kurd wê demê mecbûr in ku hemû rîskan bidin berçav, xwe gorî wê amade bikin dewleta Kurdistanê îlan bikin.

SERDANA SEROK BARZANÎ DI DEMAN DEM DE JI BONA XÊRA EREBAN E: Armanca Serdana Serok Barzanî ji bona ku pirsgirêkên heyî yên stratejîk û girîng bên çareser kirine. Çareserkirina pirsgirêkên stratejîk bes ne di fêda kurdan de ne, di hemandem de di fêda ya ereban de ne jî.

Wek tê zanîn dema ku li Necefê serhildan hatin rojevê, ereban bi xwe jî hewcedariya xwe serok Barzanî diyar kirin. Serok Barzanî û Dewleta Federe ya Kurdistanê jî, ji gelê ereb re alîkariya mezin kir, hewcedariyên wan bingehî, av û nan bersîv kir.

SERDANA SEROK BARZANî DI HEMANDEM DE JI HIKÛMETA NÛ YA FEDERAL RE PİŞTGIRÎ YE: Li beşa ereban partiyeke xûrt tune ye. Nûha du koalîsyon û gelek partî bi hev re hikûmet in. Bes PDKê hêza xurt ya Iraqê ye. PDK nuha jî şerîkê Hikûmeta Federal e. Serdana Serok Barzanî ji bona Hikûmeta Federal piştgiriyeke xûrt e.

DI SERDANA SEROK BARZANÎ DE MIJARÊN STRATEJÎK HATIN NIQAŞE KIRIN: Hîç şik tune ye, ku di serî de pirsa stratejîk ya hate qise kirin, îşgala û referandûma Kerkukê ye. Li cem wan û girêdayî ev mijara stratejîk, cÎ bi cî kırina Makezagonê û jinûve avakirina dewleta federal, mafê veqetandna miletan, pirsa perrol û parvekirina desthilatdarî hat axivtin.

SEROK BARZANÎ DI ENCAMA SERDANIYA XWE BI GEŞBÎNÎ TERÎF DIKE:Di kongirekî rojnamevanî de, Serok Mesûd Barzanî ragihand, ku rewşeke nû û derfeteke nû li Iraqê peyda bû ye û ew bi wê yekê geşbîn e.: Armanca serdana min, diyarkirina hevkarî û piştevaniya me ye ji Hikûmeta serokwezîr Adil Ebdilmehdî re û ez geşbîn im, ji ber ku derfeteke nû û rewşeke nû di holê de ye. Ew tiştê hêz û hêviyê dide me, ku em karibin bihev re hevkar bin ji bo çarekirina kêşeyan.” (Kurdistan24)

Ev daxuyaniya Serok Barzanî nerînên min rast derdixe.

Amed, 25. 11. 2018