Li Kurdistanê Referandûm û Şerê Pirdê Pîroz e. Îşgala Kerkukê Roja Tarî Ye.

Kurd24

Li Kurdistanê di meha îlon û cotmehê de bûyerên xweş û nexweş qewimîn. Bûyerên xweş neteweya kurd û Kurdistanî kêfxweş kirin. Bûyerên nexweş jî neteweya kurd û Kurdistanî xemgîn kirin.

Wek tê zanîn di sala 2017an de ji bona kurdên her çar parçeyan û kurdên dinyayê du rojên dîrokî hatin holê û rojevê.

Rojek, di 25ê îlonê de hat rojevê, ev roja ji bona Kurdistaniyan roja şayiyê bû.

Rojek jî, di 16ê  Cotmehê 2018an de hat rojevê, ev roja jî,roja şînê û reş û tarî . Roja xiyanetê û xençer li dilê Kurdistanê Kerkukê xistin bû.

Di 20ê Cotmehê de li Pirê dijmin hat şikandin.

Meha îlonê ji bona kurdan rojeke pîroz e. Li Kurdistanê du qewimandinên dîrokî di meha îlonê de hatin holê. Bûyera dîrokî ya yekemîn, di îlona 1961an de, bi Şoreşa Milî ya Îlonê, di bin pêşengiya Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê de dest pê kir. Encama vê  şoreşa milî ya pîroz, Kurdistaniyan li Kurdistanê di çarçeweya otonomiyê de bûn desthilatdar û serwer.

Piştîruxandina Otonomiya Kurdistanê (1925), Şoreşa milî domand. Şerê Kendavê ya Yekemîn û Duyemîn di herêmê de û di Kurdistanê de guhertinên bingehî anîn rojevê. Kurdistan bû herêmeke azad û federe. Bi piştgiriya Kurdistanê, di sala 2005an de Iraq jî bû dewleteke federal û Kurdistan bû dewleta federe.

Hezar mixabin ereb ji bona ku ji nîjadperestî û neteweperestiya teng xelas nebûn, ji bona dewleteke federal û demokrat xebat nekirin. Loma jî Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê biryara serxwebûnê û dewleta Kurdistanê dan. Ji bona ku ev biryara bibe biryara Kurdistaniyan, biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê wergirtin.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê îlona 2017an de hat li darxistin. Li Kurdistanê bi awayekî siyasî û demokratîk û aşaitîxwazî Şoreşa Milî ya Siyasî qewimî. Kurdistaniyan bi %93 dengan, biryara dewletavakirinê dan.

Ev biryara, biryareke dîrokî bû. Roja Şoreşa Milî a Siyasî bû. Loma jî li hemû parçeyên Kurdistanê, di nav kurdên dinyayê de bû roja şayiyê.  Lewra ji bona dewleta Kurdistanê rê vekir û pêvajoyê dest pê kir. 

Beriya Referandûma serxwebûna Kurdistanê, çar dewletên kolonyalîst, hêzên navneteweyî (di serî de jî Emerîkayê) ji referandûmê re eciziya xwe diyar kirin. Gotin ku divê li Başûrê Kurdistanê Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê dev ji referandûma serxebûna Kurdistan ber din û referandûnê paşve bixin.

Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê ev daxwazan qebûl nekirin, bi qerardarî referandûma serxwebûna Kurdistanê li darxistin. Kurdistaniyan jî ruyê wan spî kir, piştgiriya xwe li hemberî êrişên dewletên kolonyalîst û hêzên navneteweyî diyar kirin.

Dema ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bi serkeftı derbas bû, Kurdistaniyan biryaran dewletavakirinê dan, dewletên kolonyalîst gelek eciz bûn. Ji bona pêşeroja xwe tirsiyan. Ji bona pêşiya dewleta Kurdistanê bigrin, ketin nav hewildanên gelek qirêj û xeter. Planên xûrt çêkirin. Li Kurdistanê jî, ji bona xwe li heval û hevalbendan geriya. Ew amade kirin.

Ev amadekariya dewletên kolonyalîst û hêzên navneteweyî, 20 rojan domand. Piştî 20 rojan di 21ê Cotmeha 2017an êrîşa leşkerı dest pê kir. Grûba Xiyanetê ya di nav YNKê de, PKK û Goranê; hêzên navneteweyî Îngiltereyê û Emerîkayê ji dewletên kolonyalîst re piştgirî kirin, bûn sedem ku Kerkuk û gelek deverên Kurdistanê îşgal bibin..

Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê ji bona ku şerê navxwe dernekeve nikarîn şer bikin; pêşiya vê îşgalê bigrin;    dest û lingên wan hatin girêdan.

Ev roja, ji bona kurdan li her çar parçeyan bû roja şînê, bû roja reş û tarî. Xençer li dilê Kurdistanê û Kerkukê hat xistin. Ji wê rojê vir ve dilê Kurdistanê xwîn dibe. Kurdistanî di nav şînê de ne. Heta ku Kerkuk ji îşgalê xelas nebe, Dewleta Kurdistanê ava nebe, ew şîna dê dom bike.

 

Piştî îşgala Kerkukê derket holê ku dijmin xwediyê planeke gelek gewre û qirêj e.

Piştî îşgala Kerkukê hêzên dagirker xwestin ku Hewlêrê jî îşgal bikin û Dewleta Federe ya Kurdşistanê ji holê rakin. Loma jî dest bi êrişekê kirin.

Wê demê pêşmergeyên qehreman li Pirdê di 20ê Cotmeha 2017an de şerekî qehremanî li darxistin, dijmin şikandin. Pêşiya îşgala Hewlêrê girtin. İzin nedan ku sîstema federe û federal bê rûxandin. 

Ew roja  jî, ji bona Kurdistaniyan bû rojeke kêfxweşiyê.

Serok Mesûd Barzanî di derbarê şerê Pirdê de peyamek belav kir. Di peyamê de silav û pîrozbahiyên xwe gihandin Pêşmergeyên Kurdistanê, ku welatê xwe parastin û bi canfedayiya xwe rê nedan dagîrkeran.

Serok Barzanî rêzdariya xwe gihand şehîdên Kurdistanê, silav û spasiyên xwe arasteyî Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê kirin, ku destana Pirdê tomarkiri.

Ez jî pêşmergeyên qehreman pîrzo dikim ku bi qehremanî Kurdistan parastin, îzin neda ku kolonyalîst û hêzên dagirket Hewlerê îşgal bikin.                                         

Neteweya kurd, Kurdistaniyan  bes bi êrîşên dewletên kolonyalîst û bi xiyanetên hûndir wenda  nekir; di hemandem de bi êriş û piştgiriya hêzên navneteweyî ji dewletên kolonyalîst re jî wenda kir. Nikarî dewleta xwe ava bike.

Hêz û dewletên navneteweyî, piştî şerê Cîhanî yê 1emîn bi pêknenaîna Peymana Sewrê, di Serhildanên milî yên Kurdistanê de ji dewletên kolonyalîst re alîkarî kirinê, piştî Şerê Cîhanî yê 2emîn de di ruxandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, di sala 1975an de di têkbirina Otonomiya Kurdistanê de xiyenat li Kurdistanê û Kurdistanişyan kirin.

Di dawî de jî piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê ji dewletên koolonyalîst re alîkarî kirin. Bûn sedem ku Kerkuk û gelek deverên din yên Kurdistanê bên îşgal kirin.

Loma divê em hêzên navneteweyî baş nas bikin. Di pêwendiyên xwe yên navneteweyî de gorî wê naskirinê, tevbigerin.                                        

Neteweyên Yekbûyî xwe wek dezgeheke ku hemû neteweyan temsîl dike, ji bona berjewendiya hemû neteweyan tevdigere, diyar dike. Wûsa jî tê nas kirin û tê nasandin.

Lê hezar mixabin, Neteweyên Yekbûyî hiç wextekê berjewendiya neteweya kurd û Kurdistaniyan neparast. Loma jî mirov nikare bibêje ku Neteweyên Yekbûyî neteweya kurd û Kurdistaniyan temsîl dike.

Neteweyên Yekbûyî di encamaa referandûma serxwebûna Kurdistanê û di îşgala Kerkûk û gelek deverên din yên Kurdistanê di ezmunê de me.

Neteweya Kurd û Kurdistaniyan bi riyeke gelek demokraîk û aşitiyane, bi riya referandûmê biryar da ku dewleta xwe ava bike. Hezar mixabin Neteweyên Yekbûyî ji ev biryara pîroz ya Neteweya Kurd û Kurdistaniyan re xwedî dernekert. Li dijî êrişên dewletên kolonyalîst û îşgala Kerkukê bêdeng ma.

Lê tê zanîn ku Neteweyên Yekbûyî li Yekîtiya Sovyetan, li Yûgoslavyayê û li gelek deverên din ji refertandûmna neteweyan re xwedî derket, dewletbûna gelek neteweyan “erê” kir.

Carek din derket holê, ku Neteweyên Yekbûyî neteweya kurd û Kurdisyaniyan temsîl nake.

Divê neteweya kurd û Kurdistanî vê yekê û ev pozîsyona Neteweyên Yekbûyî baş nas bike, gor vê siyaset û helwesta xwe diyar bike. Tu dem ji Neteweyên Yekbûyî re baweriya xwe nîşan nede. Her dem Neteweyên Yekbûyî rexne bike.

İşgala Kerkuk û deverên din yên Kurdistanê bû sedem ku pêşiya dewletavakirina Kurdistanê bê girtin. Li hemberî neteweya kurd û Kurdistaniyan, ji vê mezintir xiyanet neba.

Tê zanîn ku di demên bûhûrî de jî, ji neteweya kurd û Kurdistanê re xiyanet hatiye kirin. Lê ev xiyaneta dawî, xiyaneta mezintir e.

Loma jî divê ev xiyaneta bê ciza kirin. Ew kes û hêzên ku ev xiyaneta mezin ya sedsala 21an kirine, bên nas kirin, bên dageh kirin û ciza kirin.                                         

Baş tê zanîn û îlima siyası û jiyana civatan diyar dike ku her dem heman stratejî nayên meşandin. Stratejî, gor demê, gor şertan, gor konjonturê, gor şertên navneteweyî tên gûhertin.

Di vê merheleyê de stratejiya sereke li Başûrê Kurdistanê divê rizgarina Kerkuk û deverên din yên Kurdistanê ku hatine îşgal kirin; pêvajoya dewlet avakirinê meşandine.

Ji bona ku ev stratejiya sereke bê meşandin, divê hemû kurd ji Serok Barzanî û Partiya wî re xwedî derkevin. Lewra nûha ew ji ev stratejiya sereke re bi qerardarî xwedî derdikevin.

Kurdistaniya di hilbijartina giştî ya Iraqê û Kurdistanê de ev piştgiriya xwe nîşan dan. Bi vê piştgiriyê Kurdistaniyan diyar kirin ku stretajiya wan ya sereke çi ye.

 

Amed, 22. 10. 2018