Di Derbarê Şoreşa Milî Ya Siyasî: Referandûma Kurdistanê De Analîzek

Kurd24

Neteweya Kurd encama Şoreşa Milî Ya Gulanê li Iraqê dewleta federal ava kir. Şoreşa Milî ya Gulanê, mîrasa Şoreşa Milî Ya Îlonê bû. Rihê Şoreşa Milî ya Îonê derbasî Şoreşa Milî Ya Gulanê bibû.

Loma mirov dikare bibêje ku dîroka Kurdistanê, bi wateyekê jî dîroka şoreşên milî û serhildanên milî ye.  Hezar mixabin hemû şoreşên milî û serhildana encam negirtin. Lê Şoreşa Milî ya Îlonê di encam da Otonomiya Kurdistanê ava kir. Neteweya kurd û Kurdistanî li Kurdistanê bû serwer û desthilatdar.

Lê ev Şoreşa Milî ya îlonê û encama wê Otonomiya Kurdistanê di sala 1975an de bi êrişa çar dewletên herêmî yên kolonyalîst û hêzên navneteweyî (Emerîka û Yekîtiya Sovyetan) har xerab kirin. İ desthilatdarî û serweriya neteweya kurd dawî hat dayin.

Encama Şoreşa Milî ya Gulanê Dewleta Federal ya Iraqê hat ava kirin. Li Iraqê makezagoneke nû hat pejirandin. Ji bona hiqûqeke nû ya dewleta federal a demokratîk bê ava kirin, derfet çê bûn. Diviya bû li Iraqê pêvajoya demokratîk û demokratîkbûna Iraqê bi lezûbez bê li dar xistin. Lewra ji bona ku dewleta kurdan, ereban, kêmnetewan ya mişterek ava bibe, demokrasî hewcedariyeke mezin bû..

Tê zanîn ku di demokrasiyeke plûral, pirrpartî, pirr rengg, beşdarî, federal de dikare ku mafê pirr neteweyan bi awayekî edaletê, gorî maf û azadiyan dizayn bibe.

Lêbelê dewleta federal, wek dewleteke federal ya demokratîk nemaşiya. Li Iraqê ji bona ku demokrasî wek rejîm cî bi cî bibe karbidestan, desthilatdaran, hikûmet, meclîs û hemû dezgehên dewletekê karekî baş nekirin. Erebên şiî yên di karbidestî û  desthiladarî de bûn, di serî de jî serokwezîr û hikûmetên wan, ji bona ku dewlet nebe dewleta federal û bibe dewletek unîter hewildan û nîjadperestiya neteweya serdest xûrt kirin.

Bi taybteî jî di dema Serokwezîr Malikî de makezagon binpê bû. Ji derveyî hiqûqê keyfî hat tevgerandin, li ser desthilatdarî û neteweya kurd û kurdistaniyan ambargoya siyası, aborî hat meşand.Ji bona statuya Kerkukê referandûm nehat li darxistin.

Piştî Malikî jî serokwezîr Îbadî ev siyaseta şaş, milî û nîjadperest ya ereb meşand. 

Loma jî di navbeyna Kurdistan, desthilatdariya Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de pirsgirêk zêde bûn. Ji bona çareserkirinê, hewildanên serok Mesûd Barzanî, Hikûmeta Kurdistanê, partiyên Kurdistanê encam neda. Di wê qonaxê de Serok Barzanî, Hikûmeta Kurdistanê li çareseriyeke radîqal geriyan.

ŞOREŞA MILÎ YA SIYASÎ: REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDİSTANÊ YA Dİ 15-Ê ÎLONA 2017-AN DE HAT LI DARXISTIN…

Wê demê referandûma serxwebûna Kurdistanê ket rojevê. Diviya bû ku İi Iraqê, neteweya kurd, kurdistanî, hikumeta Kurdistanê qerektera xwe ya milî û şoreşger; reforxwazî û li dij statuparêzîbûnê nîşan bidin.

Gelek aşkere bû ku hewcedarî bi şoreşeke nû hebû. Lê ev şoreşa dê ji şoreşên din yên milî û çekdar yên Kurdistanê cûda bibûya.

Ew dê bibûya şoreşa milî ya siyasî û aşitîxwaz.

Ew jî bi metodeke demokratîk û bi îradeya neteweya kurd û kurdistaniyan, bi awayekî bêîtiakarî dikarî bihata kirin.

Serokê Kurdistanê û desthilatdarên Kurdistanê li vê nexşerêyê geriyan. Ji bona ku îradeya gel û demokrasî ji bona wan girîng bû, nexşerêya referandûma Serxwebûnê Kurdistanê tespit kirin, ecibandin, ji bona ku referandûmê bihunîn dest bixebateke xûrt hat kirin.

Bi taybetî jî Serok Mesûd Barzanî ji vê pêvajoya re, ji şoreşê milî ya siyasî re pêşengî kir. Li hundurê welêt û li derveyî welêt xebateke gelek xurt û çalak û bi plan meşand.

Ji bona referandûma Serxwebûna Kurdistanê di hundur de astengiyên mezin hebûn. Partî û rêxistinên Kurdistanê yên ji derveyî PDKê di bin bandora Îranê  û desthilatdariya navendî ya Iraqê de li dijî Referandûma Serxebûna Kurdistanê bûn.

Diviya bû ku di ser vê zehmetiyê re gav bihata avêtin. Piştî xebateke dûredirêj Serok Barzanî YNKê kane kir, ku ew piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bikin. YNKê jî berjewendiya xwe di piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê  de dîtin.

PDKê û YNKê ji bona îradeya damezrênêr ya Dewleta Federal Ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê bûn, di darbarê referandûmê de biryar girtin hêsan bû.

Di Hezîrana 2017an de Serok Barzanî, PDKê, YNKê bi hev re biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê wergirtin.

Bi biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, ji bona şoreşa milî ya siyasî û aşitîxwaz gav hat avêtin.

Ji bona biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanbê bê cî bi cî kirin, gava duyemîn hat avêtin. Biryar hat girtin ku di 25ê îlona 2017an de Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bê li darxistin.

Vê biryarê hemû kurd û Kurdistanî, kurdên li welêt û li derveyı welêt kêfxweş kirin. Vê biryarê ji cejneke milî re rê vekir.

Lê dijminên kurdan, ji vê biryarê gelek tirsiyan û eciz bûn. Ji bona ku pêşiya referandûma Serxwebûna Kurdistanê bê girtin, hewlên mezin nîşan dan. Li desthilatdariya Kurdistanê û Serok Barzanî gef xwarin û aşkere tehdît kirin û heqeret kirin û şidet bi kar anîn.

Dijminên kurdan yên li Rojhelata Navîn, piştgiriya Emerîka jî wergirtin. Emerîka jî ji bona ku Referandûma Serxwebûna Kurdistanê nayê li darxistin hewl da.

Lê desthilatdariya Kurdistanê û Serok Barzanî ji bona ku şertên wan pêk nehatin, paşvexistina referandûma serxwebûna Kurdistanê qebûl nekirin.

Di wexta xwe de, di 25ê Îlona 2017an de, Refarnduma Serxwebûna Kurdistanê di dîmena şolena demokrasiyê de hat li darxistin. Heman rojê de encamên nefermî diyar bûn. Roja duyemîn encamên fermî diyar bûn. Kurdistaniyan ji sedî 93yan deng dabû dewleta Kurdistanê û qedera xwe bi bi awayekî şoreşgeriya milî ya siyasî diyar kir.

Li Kurdistanê Şoreşa Milî ya Siyasî û aşitîxwaz pêk hat.

ÊRÎŞA DEWLETÊN DAGIRKER LI DIJÎ ŞOREŞA MILÎ YA SIYASÎ Û ALÎKARIYA GRUBA XIYANETÊ…

Her netewek  xediyê maf e ku qedere xwe bi îradeya xwe tayîn bike.

Ceribandan dinyayê û neteweyan jî diyar dike ku netewe, di çarçeweya sê statuyan de dikare qedere xwe tayîn bike. Statuyê sereke ku piştî Şoreşa Fransayê wek pêvajoyeke xurt derket pêş, dewletên milî û her neteweyek dewşleta xwe yê serbixwe ava bike. Statuya duyemîn, du netew û an jî zêdetir netew, bi hev re dewleteke mişterek ya federal ava dikin. Statuya seyemîn jî, dewletê serbixwe yên neteweyan, bi îradeyeke azad, demokrat, dikarin bi hev re dewleteke konfederal ava bikin.

Neteweya kurd jî xwediyê maf e ku qedere xwe di çarçeway van sê statuyên siyasî de tepsıt bike, bibe serwer, desthilatdar, serbixwe û azad.

Loma jî Neteweya Kurd, 200 sal e ku di sînora Împeratoriya Osmanî û Farisî de di sînorê dewletên milî yên nîjadperest û dagirker û kolonyalîst (Dewleta Tirk, Ereban, Farisan) j wek her neteweyekê ji bona dewleta xwe ava bike xebat û têkoşînê dimeşîne. Hezar mixabin dewletên dagirker û kolonyalîst bi zorê, bi qetlîamê, bi tunekirina kurdan, jenosîda domdar, asîmîlasyonê pêşiya vê pêvajoyê girt.

Lê bes li Başûrê Kurdistanê encama têkoşîneke dûrdirêj, dewleta federe ava kir. Neteweya Kurd li Iraqê bi ereban re di sala 2005an de encama referandûma makezagonê biryar da ku qedere xwe di çarçeweya dewleta federal de tayîn û tespît bike.

Hezar mixabin piştî çendan salan derket holê, ku ereb bi neteweya kurd re wekheviyek naxwazin bimeşînin, dixwazin ku wek netewe ereb bibin sereke, desthilatdar. Dewlet jî wek dewleta neteweya ereba ya milî nîjadperestî bê meşandin.

Di wê qonaxê de karbidestên Dewleta Federe ya Kurdistanê û Serok Barzanî biryar dan ku dewleta xwe ya serbixwe, Dewleta Kurdistanê ava bikin.Jii bona serxwebûna Kurdistanê û ji bona dewleta Kurdistanê ava bikin jî, referandûm anîn rojevê.

Piştî xebeteke dirêj ya herêmî û navnateweyî di 25ê îlona 2017an de referandûm li darxistin. Kurdistaniyan bi %93.2an biryar dan ku serbixwe bibin. Dewleta Kurdistanê ji bona ava bibe, bi riya demokratîktir referandûmê qanûn çê kirin.

 Dewletên dagirker û kolonyalîst dîtin ku Kurdistanî dê li beşekî Kurdistanê dewlet ava dikin; wek her dem êriş kirin, Kerkûk û gelek deverên din yên Kurdistanê dagir kirin.

Ew helwesta dewletên dagirker û nîjadperest, berdewamiya siyaset û stratejiya van dewletî yê dîrokî ye. Berê çewa ku tevgerên milî yên Kurdistanê bi qetlîaman şikandin, dewlet Kurdistanê ya Mehabadê bi qetlîma rûxandin, Otonomiya Kurdistanê di sala 1975an de têk birin, xwestin û dixwazin ku pêşiya dewletbûn û pêvajoya encama referandûma serxwebûna Kurdistanê bigrin.

Dewletên dagirker ditirsiyan ku dema li Başûrê Kurdistanê dewlet ava bibe, ji bona beşên din jî dibe model û ceraibandin. Di nav neteweya kurd û Kurdistanê de şiûreke milî ya xurt a ku pêşînayêgirtin çê dike. Koloniyeke xwe wenda dikin. Qels dikevin. Dewlemendiya Kurdistanê wenda dikin.

Ev jî bû/dibe sedem ku dewletên dagirker encama referandûma serxwebûna Kurdistanê nas nekin.

NETEWQEYA YEKBÛYÎ JI BONA KURDAN TEMSÎL NAKE, LOMA LI HEMBERÎ ÊRÎŞA DEWLETÊN DAGIRKER BÊDENG MA Û JI REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ RE XWEDÎ DERNEKET…

Mafê çarenivîsa neteweyan û neteweya kurd di Peymana Neteweyên Yekbûyî de hatiye pejirandin. Hezar mixabin li ser Neteweyên Yekbûyî tesîra û bandora dewletan heye. Bi taybetî jî bandora pênc dewletên endamê Konseya Ewlewî ya Neteweyên Yekbûyî heye. Ew dewlet jî, Emerîka, Rûsya (berê Yekîya Sovyetan), Fransa, Çîn, Engilîstan.

Emerîka di sala 1945 an de îdia dikir ku demokrasî aniyê dinyayê û Prensîbên Wîlson pêk tîne. Lê di sala 1946an de ji bona berjewendaiya dewletbûna xwe çav ji têkbirin û qetlîam û îdamkirina Dewleta Kurdistanê ya Mehabade re; di sala 1975an de ji têkbirina Otonomiya Kurdistanê re ji bona berjewendiya xwe çavên xwe girt. Di heman dem de ji di salaOktobira 2018an de jî ji dîşgala Kerkûkê re rê vcekir.

Yekîtiya Sovyetan, ji bona avakbûna Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê re bû alîkar, pişt re jî ji bona ku Dewleta Kurdistanê ji aliyê dewleta dagirker ya Îranê ve bê rûxandin çavên ji wan re girt. Di sala 1975an de ji Iraqa kolonyalîst û Baas a Faşîst re bû alîkar, Otonomiya Kurdistanê rûxand.

Rola xerab ya Fransa û Îngîltereyê li dijî neteweya kurd û Kurdistanê tê zanîn. Wan Kurdistan parçe kir. Xist bin bandora 4 dewletên dagirker.

Çîn xwediyê rolekî mezin nîne.

Gelo di vê rewşê de Neteweyên Yekbûyî dê çewa ji Peymana xwe re, ji biryarên xwe re, ji mafên kurdan re, ji encama referandûma serxwebûna Kurdistanê re xwe derkeve..

Loma ez dibêjim ku dewletên dagirker û Neteweyên Yekbûyî bi hev re  li hemberî neteweya kurd û Kurdistaniyan sucdar in.

Neteweya Yekbûyî, ji ber ev qerektera xwe, neteweya kurd dema bi riyeke deomkratîk û aşitıxwaz biryar da ku dewleta xwe ava bike; Dewletên Dagirker dema ku êriş kir,  Neteweya Yekbûyî bêdeng ma.

Ez dikarin bibêjim ku Neteweyên Yekbûyî bi tu wateyekê jî kurdan temsîl nake.

 

Amed, 01. 10. 2018