Li Iraqê Serokkomarî Mafê PDKê Ye

Kurd24

Divê qonaxê de li Iraqê sê mijarên gelek girîng hene. Du mijar, raste rast kurdan û Kurdistanê eleqeder dike.

Mijara yekemîn, li Iraqê avakirina hikûmeta federal e. Tê zanîn ku di 12ê Gulana 2018an de, beriya çar mehan, li Iraqê hilbijartina giştî hat li darxistin. Hezar mixabin heta nûha hîn hikûmet ava nabûye. Ji bona ku hikûmet bê ava kirin hewildanên mezin hene. Li Iraqê di avanebûna hikûmetê de hêz û dewletên derve xwediyê rolekî mezin in. Ew dewletan jî Îran û Emerîka ne. Her hêz û dewletek dixwaze ku mirovên wan bibe serokwezîr. Loma jî avakirina hikûmetê gelek zehmet dibe.

Di hilbijartina giştî de PDKê him li Iraqê û him jî li Kurdistanê bû partiya yekemîn. Loma jî di avakirina hikûmetê de xwediyê rolekî girîng e. Ew girîngiya wan, bi danûstandinên partî û koalîsyonên partiyên ereben derdikeve holê. PDKê jî dixwaze ku hemû kurd bi hev re di hikûmetê cî bigrin. Bi vê ehwalê giraniyek çêkin. Heta nûha ji derveyî YNKê, partiyên din bersîvek erênî nedan. Loma jî herdu partî li ser avakirina hikûmetê xebat dikin. Hêvîdar im ku beserokkomariya Iraqê nebe sedem ku di navbeyna herdu hêzan de cûdabun çê bibe.

Mijara duyemîn, li Başûrê Kurdistanê hişlbijartina giştî ye. Di destpêkê de  ji derveyî PDKê, hemû partî û rêxistinên Kurdistanê xwestin ku hilbijartinê paşvebixin. Lê hewildana wan biserneket. Hilbijartina giştî ya Başûrê Kurdistanê dê di dema xwe de û di dawiya Îlonê de bê li darxistin. Ji bona hilbijartina giştî qempenyayê dest pê kiriye. Her partiyek û rêxistinek ji bona hilbijartina giştî xebata xwe didomîne.

Mijara seyemîn, hibijartina Serokkomariya Iraqê ye. Ez esil dixwazim li ser mijara serokkomariya Iraqê rawestim.

LI IRAQÊ HİLBİJARTINA SEROKKOMAR…

Li Iraqê piştî ku makezagon di sala 2005an de hat pejirandin, biryara avakirina dewleta federal hat qebûl kirin. Dewleta Federal jî tê zanîn ku dewleteke mişterek/hevbeş e. Dewleta neteweyî nîne. Dewleteke di ser ol, çîn, nerteweyan re ye. Dewleta hemû neteweyan û kêmneteweyan e. Loma jî dewleta federal ya Iraqê jî, dewleta kurdan, ereban, kêm neteweyan e.

Li dewletên federal desthilatdarî bi du riya te parve kirin. Riya yekemîn, demokrasiya hêjmariyê. Riya duyemîn, hemû terefên netewan û kêmnetewan  li ser mijarên girîng konsensûs û li hev kirine.

Li Iraqê jî wûsa bû. Serokwezîr, encama hilbijartina giştî diyar dibe. Ew jî, ji bona ku erebên sunî piranî ne, serokwezîr ji wan te hilbijartin. Ew jî, bi wezîfedariya serokkomar ji aliyê meclîsa federal de tê hilbijartin.

Serokê meclîsê jî, bi konsensûs ji aliyê meclîsa federal ve  tê hilbijartin. Ew jî erebê sunî ye. Lewra dema konsensûs nebe, sunî ji bona ku hindikayî ne tu wext nikarin bibin serokê meclîsê.

Serokkomar jî piştî salên 2005an bi konsensus û li hevkirinekê hat pejirandin ku serokkomar dê bibe kurd.

Kurd jî, berhilbijêre xwe yê serokkomarî tespît dike. Ew jî, ji aliyê meclîsa federal de dê bê hilbijartin.

SERENCAMIYA SEROKKOMARÎ LI IRAQÊ…

Li Iraqê heta nûha serokkomar ji kurdan hat hilbİJartin. Wek tê zanîn piştî ku dewleta federal ava bû, pêvajoya parve kirina desthilatdarî dest pê kir, berhilbijêrê serokkomarî ji aliyê kurdan de bi yek dengî, ji aliyê PDK û YNKê ve tespît bû. Ew jî, Celal Telabanî bû.

Celal Talebanî, di Meclîsa Federal de hat hilbijartin. Heta roja ku ji dinyaya me koç kir jî, wek serokkomar hat hilbijartin û karê xwe bi awayekî meşand. Piştî Celal Talebanî posta serokkomarî vala bû. Loma dîsa diviya bû ku serokkomar kurd be, berhilbijêrê serokkomarî jî, ji aliyê kurdan de tespît bibe.

PDKê, ji bona û wefanîşandana Celal Talebanî, ji bona serokkomarî berhilbijêr tespît nekir. Xwest ku YNKê berhilbijêrekî serokkomarî tespît bike.

Di wê qonaxê de di nav YNKê de tevliheviyeke mezin çêbû. Gelek kesan xwestin ku bibin serokkomar. Ew jî bû pirsgirêkeke mezin. Di encamê di YNKê de sê nav (Dr. Fûad Masûm, Berhem Salah, Necmeddîn Kerîmî) ji bona serokkomarî derketin pêş. Necmeddîn Kerîmî pişt re dest ji berhilbijêriya serokkonmarî berda.

Wê demê ji van du kesaN yek kesek diviyabû bihata hilbijartin. Loma jî divê riyek bihata dîtin. Bi konsesûs biryar hat girtin ku Gruba Kurdan ya di Meclîsa federal de bi hilbijartinê yek berhilbijêrê serokkomarî tespît bibe. Di encamê de hilbijartin çêbû. Dr. Fûad Masûm encama hilbijartinê bû berhilbijêrê serokkomarî.

Di wê hilbijartinê de parlamenterên PDKê bi azadî deng bi kar anîn. Beşek parlamenter dengê xwe dan Dr. Fûad Masûm, beşekî jî dengê xwe dan Berhem Salah.

Lê di vê qonaxê de piştî siyaseta Berhem Salah PDKê qet nikare pişgiriya Berhem Salah bike.

Meclîsa Federeal ya Iraqê jî Dr. Masûm xiste deng danê û ew bû serokkomarê Iraqê. Hîn jî ew serokkomariyê didomîne.

Divê ez gelek vekirî bibêjim ku her du serokkomaran jî, kurd û berjewendiya neteweya kurd bi layiqî temsîl nekirin. Piraniya kurdên Başurê Kurdistanê, hemû beşên din, kurdên dinyayê jî di vê nerînê de ne.

Loma jî ji bona Celal Talebanî û Dr. Fûad Masûm min rexne aşkere anîn ser zimên. Min diyar kir ku ew berjewendiya kurdan di dewleta federal de napêrêzin.

DI VÊ QONAXÊ DE HİLBİJARTINA SEROKKOMAR DI ROJEVÊ DE YE. GELO ÇI QEWIMÎ?

Diyar bû ku dema hilbijartina serokkomar hatiye, divê berhilbijêrê serokkomarî ji aliyê kurdan de tespît bibe.. Ji sala 2005an vir ve serokkomar ji endamên YNKê hatine hilbijitarin. Di vê merheleyê de jî gelek xwezayî ye ku serokkomar ji endamên PDKê bê hilbijartin. Lewra êdî Celal Talebanî tune ye.

Lê diyar bû ku  YNKê dîsa dixwaze serokkomar par a YNKê be.

PDKê ji bona ku ev bêedebiya dît, ji bona ku raya giştî û YNKê şîar bike, demeke diyar dike ku serokkomarî mafê wan e.

Hezar mixabin YNKê ev daxuyaniyan piştguh kir, ji derveyî edeba siyasî helwestek nîşan da. Ew kesê ne endamê YNKê ye û YNKê bi tundî rexne û tewanbar kiriye û rêxistin avakiriye, bi şerta ku ew vegere YNKê bibe endam, wî  wek berhilbijêrê serokkomarî tespît kir.

Ew jî Berham Salah bû.

Berhem Salah jî bêedebî, ev pêşniyara qebul kir, bû endamê YNKê û berhilbijêre seokkomarê YNKê .

LI IRAQÊ SEROKKOMARÎ MAFÊ PDKÊ YE…

Di destpêkê de di esil de ne mafê YNKê bû, lê bi erêkirina Serok Mesûd Barzanî û PDKê endam û serokê YNKê 13 sal in ku li ser navê kurdan serokkomarî dikin.Bi taybetî jî Dr. Fûad Masûm temsîla kurdan jî nekir û berjewenndiya kurdan neparast. 

Li Kurdistan jî erebî qise kir.

Di DeWleta Federal ya Iraqê de du zimanê fermî hene. Ew jî, kurdî û erebî ye. Diviya bû ku serokkomarên Iraqê di civînên fermî û meclîsê de  kurdî û erebî biaxivin, ew nekirin. 

Loma jî divê ku YNKê ji PDKê re rêzbigirta û berhilbijêrê serokkomar pêşkêş nekirira. Zor da edeba siyasî, berhilbijêrê serokkomar diyar kir.

Lê divê ku gelê me vê helwestê bêedebî qebul neke, mahkûm bike.

Loma jî PDKê xwediyê maf e ku endamekî xwe bike serokkomar.

PDKê xwediyê maf e, lewra li Kurdistanê û li Iraqê her dem piraniya dengan girtiye. Di hilbijartina giştî ya 12ê Gulnaê de jî li Iraqê û li Kurdistanê bûye partiya yekemîn.

YNKê li Kurdistanê di hemû hilbijartinên giştî de bûye partiya duyemîn. Di hilbijartina giştî ya Iraqê de jî li Kurdistanê bûye rêxistina duyemîn.

Di van şertan de parastina berjewendiya milî ya Kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê û encama referandûma serxebûna Kurdistanê gelek girîng e. Li Dijî îşgala Kerkukê derketin jî ewqas girîng e. PDKê dikare vê yekê bike û dike jî. Lewra di avakirina hikûmeta Iraqê de jî ev helwesta xwe didomîne. Di serokkomarî de jî dê vê wezîfeya xwe vekirî pêk bîne.

BERHAM Salah, di îşgala Kerkukê de bû alîkarê xayinan. Loma PDKê nikarê piştgiriya wî bike. Piştgiriya PDKê tê wê wateyê ku dê dev ji serxwebûna Kurdistanê û Kertkukê ber dide. Ew jî di nav gel de dibe şikestinekê.

Rewşa YNKê jî gelek ne diyar e ku terefa kurdan û Kurdistanê ye, an na. Lewra ew çewa dikarin kurdan di serokkoomarî de temsîl bikin?

BERHEM SALAH, LI IRAQÊ NIKARE LI SER NAVÊ KURDAN BIBE SEROKKOMAR…

Berhem Salah, bi tu awayî nikare li ser navê kurdan bibe serokkomar. Derket holê ku ew mirovê doza Kurd û Kurdistanê nîne. Dema ku berjewendiyên wî yên şexsî xwest, dev ji prensîbên xwe, partiya xwe, ji adaletê, dadê, demokrasiyê berda ji bona bibe serokkomarî, vegeriya nav YNKê, YNKê jî ew wek berhilbijêrê serokkomarî hilbijart.

Du alî bêedebiyek û komployek heye.

Wek tê zanîn di dema bihûrî de YNKê li dijî serokkomariya Berhem Salah derketibû û deng neda wî. Gelo çi gûhertin çê bû ku nûha jî YNKê Berhem salah dike berhilbijêrê xwe yê serokkomarî?

Dibe ku hêzen li ser wan Berhem Salah ferz dikin.

Ji aliyê din de Berhem Salah di hilbijartina Giştî ya Iraqê de jî  kêm den girt. Gelo ew kesê ji gel deng negirtiye, dê çewa li ser navê kurdan bibe serokkomar?

Rojnamevan Yaşar Karadogan li Londrayê dijî. Ew Hişyar Zebarî û Berhem Salah ji nêzik de nas dike. Ew di derbarê wî de dinivîsînê dibêje ku: “Ez Berhem salah jî nas dikim. Dema roja min ew nas kir jî, hewirdora xwe biçûk didît û pozbilind bû. Kesekî narsîst û egoîst e. Divê li cem van taybetiyên wî yên negatîf, taybetiyeke wî ya din çê bû: Ew jî “dijbûna serxwebûna Kurdistanê ye. Li wir jî nesekinî. Piştî komploya 16ê Oktobrê di derbarê Serok Barzanî de de got ku ew di dîrokê de maye. Ew daxuyaniyeke bêedeb bû. Ji bona serokkomarî jinûve vegeriya wî ya YNKê diyar dike ku ji bona post û berjewendiya xwe her tiştekî dikare bike. Li cem van dema ku cîgirê Malîkî bû jî tiştên xerab yên kirî divê bîr nebin.”

Nivîskar Şêxmûs Ozzengîn jî di derbarê Berhem Salah de gelek nerînên balkêş û rast diyar dike.

“Berî referandûma sexwebûna Kurdistan hevdîtinek di navbera Behram Salîh û Nûrî Malikî de çêbibû! wê demê Nûrî Malikî di derheqa vê hevdîtinê de daxuyanîyek dabû. Di axivtinek bi rojnameya Şarq el Awsad de Malikî eşke anîbû ziman ku;

"Ji bona ku em bikaribin Erbîl qontrol bikin, divê nefta Kerkük û sahayên din yên bîrên neftê bi hêza leşkerî bên kontrol kirin. Eger ev herêm ji kontrola Erbîl dernekevin, em nikarin pêşî li desthilatdarîya Erbil bigirin."

Îro ev kesê ku ji bona pêşîlêgirtina Kurd û Kurdistan karesatên xerab dabû ber xwe, nûnerê YNK yê postê serok komarî ya İraq e. Wê ev baskê qorix çawa mafê Kurd û Kurdistan biparêze?”

JI BONA SEROKKOMARÎ ÇEND KURD BIBIN BERHİLBIJÊR GELEK XETER DIBE Û ENCAMÊN NE BAŞ DIQEWİMINE…

Divê ku kurd di berhilbijêrê serokkomarî de li hevdu bikin. Ji bona lihevkirinê wezîfeke mezin li ser milê YNKê ye. YNKê divê qebûl bike ku serokkomariya Iraqê mafê PDKê ye. Hîç nebe dora wan e.

Heger kurd li ser berhilbijêrekî serokkomarî li hev neke, dikare xeterî derkeve holê. Ereb jî bibêjin ku em jî dixwazin bibin berhilbijêrê serokkomarî. Lewra di demên bihurî de ereben ew yeka daxwaz kiribûn. Dema ku bibînin kurd li hev nakin, wê demê ji bona erevbam derfet derdikeve holê. Ew jî xeteriyekê çê dike.

Di encam de her berhilbijêr dê di Meclîsa Federal ya Iraqê de beşdarî hilbijartinê bibe, Biryara Meclîsa Federal jî her hilbijêrekî qirêdide.

 

Amed, 24. 09. 2018